'Divê doza kurdî li esasê projeya neteweya demokratîk were çareserkirin'

Nivîskarê siyasî yê lubnanî Qasim Qeyser got, projeya neteweya demokratîk a ku rêber Abdullah Ocala pêşkêş kiriye rêya çareserkirina doza kurdî û avakirina konfedralîzma rojhilatî ye.

'Divê doza kurdî li esasê projeya neteweya demokratîk were çareserkirin'
21 mijdar, 2021   07:06
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Nivîskarê siyasî yê lubnanî Qasim Qeyser diyar kir ku pirsgirêka kurdî ya bi girêk li herêma Ereb û Îslamî encamên zilma dîrokî ya li dijî Kurdan e, nexasim ji roja derketina peymana Sykes-Picot û heta roja îro berdewam dike.

Peymana Sykes-Picot di sala 1916`an de bi awayekî veşartî di navbera Fransa û Brîtaniyayê de ji bo parvekirina herêmên li Rojhlata Jêrîn hate îmzekirin. Kurdistan di nava xwe de parve kir.

Piştî Peymana Sykes-Picot û Peymana Sever cara yekemîn doza kurdî bi awayekî fermî di qada navneteweyî de hate nîqaşkirin. Peymana Sever 10`ê Tebaxa 1920`an di navbera Împaratoriya Alman, Avusturya-Macaristan û Împaratoriya Osmanî de hate îmzekirin û piştî sala 1918'an de Şerê Cîhanê yê Yekem de têk çûn.

Qasim Qeyser ji ANHA`yê re axivî û diyar kir ku Kurdan di dîroka îslamê de roleke girîng lîst û hebûna Kurdan di nava zanyar, fermandar û siyasetmedaran de gelekî girîn e.

Qasim Qeyser têkildarî çareserkirina doza kurdî de wiha got:  "Çareserkirina doza kurdî di projeya hemwelatîbûn û demokrasiyê de li her welatekî erebî û îslamî pêkan e. Divê her welatiyek Ereb be, an Kurd be, an Tirk be, an Asur be, Misliman an Xiristiyan be çi dibe bila bibe bêyî cûdabûn xwedê mafê hemwelatîbûnê be. Welatî beriya her tiştî ye. Ev projeya dewleta demokratîke ku ji aliyê rêber Abdullah Ocalan ve hate pêşkêşkirin."

Rêber Abdullah Ocalan ji 15`ê Sibata 1999`an ve li gel hikûmeta dewleta Tirk girtî ye û zextên giran ku ne li gorî hemû pîvanên navneteweyî li dijî wî pêk tîne. Rêbertî projeya neteweya demokratîk pêşkêş kir, ev proje li ser esasê jiyana aştiyane di navbera hemû pêkhate û gelên Rojhilata Navîn de hatiye avakirin û sîstema rêveberiyên xwe esas digre.

Qeyser îşaret bi girîngiya pêkanîna diyalogê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em teqeziyê li ser diyaloga tirkî – erebî – kurdî – îranî dikin da ku hemû aloziyên herêmê çareser bibin, pêkvejiyana herêmî an jî konfederalîzma rojhilatî di navbera hemû welatên herêmê de were avakirin û hemû cûreyên şeran werin bidawîkirin."

(bx)

ANHA