Hevserokê Tevgera Azadî bang li penaberên Kurd kir ku vegerin warê xwe

Hevserokê Tevgera Azadî Mihemed Ebdullah da zanîn ku sedemên penabertiyê êrişên dagirkeriya Tirk, komploya PDK’ê, tunebûna ewlehî û rewşa aborî ya xirab li Başûrê Kurdistanê ne. Her wiha bang li tevahî penaberan kir ku vegerin warê xwe.

Hevserokê Tevgera Azadî bang li penaberên Kurd kir ku vegerin warê xwe
21 mijdar, 2021   06:52
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

Ev demeke mijara penaberên ku li ser sînorê Belarûs–Polonayê asê mane rojeva herêmî û cîhanî ye.

Komîteya Têkiliyên Derve ya PKK’ê di 12’yê vê Mijdarê de têkildarî azarên penaberên ji Başûrê Kurdistanê yên ku li daristanên li ser sînorê Belarûs-Polonayê asê mane daxuyaniyek da.

Di daxuyaniya PKK’ê de hate gotin, sedemên koçberiya kurdên ji Başûrê Kurdistanê ew in ku azadî, demokrasî, wekhevî, edalet, azadiya fikir û ramanê tune ye, her wiha gendelî û bêkarî heye û rewşa aborî ne baş e. Ji wê zêdetir jî dewleta Tirk a dagirker bi hevkariya çeteyan Başûrê Kurdistanê dagir kiriye, komên tundraw li wir belav kirine, da ku demografiya Başûrê Kurdistanê biguherîne û nasnameya Kurd têk bibe û herêmê bike baregeheke belavkirina qewmiyeta Tirk a faşîst û îdeolojiya tundrawê.

Têkildarî wê yekê, Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Ebdullah ji ajansa me re axivî. Ebdullah behsa bandora koçberiya ciwanên Kurd li Başûrê Kurdistanê û penaberên ku li ser sînorê Belarûs-Polonayê asê mane kir û wiha got: "Tiştê niha li ser sînorê Polona-Belarûsê dibe karesateke mirovî ye, penaber di rewşên trajedîk de dijîn."

Ebdullah behsa cureyên koçberiyê kir û wiha domand: "Gelek cureyên koçberiyê hene, ji wan koçberiya xwezayî ye. Ew cure ger ne bi darê zorê be ji bo lêgerîna li rêbazên debarê ye. Cureya din jî ji bo lêgerîna azadiyê ye. Gelek mirov hene peyamên azadiyê ji civakê re hildigirin, lê ji ber çewisandina azadiyan li herêmên wan, ew mirov neçar dibûn ku koçber bibin, mîna Pêxember Mûsa, Pêxember Mihemed, rêber Ocalan û gelek siyasetmedar û azadîxwazan. Lê bi destpêka têkoşînê re bi hêzeke mezin vegerîn welatên xwe."

Ebdullah behsa koçberiya di dema serweriya Sedam Hisên û zextên dewleta Tirk de kir û wiha gotina xwe berdewam kir: "Ji ber zilm û desthilatê jî koçberî çêdibe. Ew yek dema serweriya Sedam Hisên li Iraqê û  zextên dewleta Tirk li Tirkiyê çêbû. Armanc ji vê yekê herêmên kurdan ji şêniyên wê yên resen vala bikin. Ev zilm, zordarî û koçberiya bi darê zorê di salên 1980’î de li Başûrê Kurdistanê li dijî welatiyan ji hêla hikumeta Iraqê ve hate kirin. Di salên 1990’î de jî zilm û zordarî li dijî kurdên Bakurê Kurdistanê hate kirin, di encamê de Kurd neçar man ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibin. Ji ber zextên PDK’ê jî Kurdên Behdînanê neçar man ku koçber bibin Mexmûrê bibin. Li aliyekî din jî koçberiya ji ber windabûna hêvî û bêkariyê heye, ev yek niha li Başûrê Kurdistanê çêdibe ku welatî ji zilmê direvin û li rêbazên debarê digerin."

‛PENABERÊN DI NAVBERA DU DEWLETAN DE ASÊ MANE REWŞÊN TRAJEDÎK DIJÎN’

Li gorî Komeleya Penaberan a Kurdistanê, hejmara penaberên Kurd ên niha li ser sînorê Belarûsê ne nêzî 4 hezar e, piraniya wan ji ciwan, zarok û mezinan e.

Li ser vê yekê hevserokê Tevgera Azadî got: "Tiştê niha li ser sînorê Polonya-Belarûsê diqewime karesateke mirovî ye. Ji ber ku penaberên di nava dewletan de asê man rewşên trajedîk de dijîn. Bi dehan penaberan ji ber serma û birçîbûnê jiyana xwe ji dest da. Hikumeta Başûrê Kurdistanê û tevahî dewletên piştevaniya wê dikin, mîna dewleta Tirk berpirsiyarên vê trajîdiyê ne. Em tevahî dizanin ku dewleta Tirk piştevanê herî mezin ê Herêma Kurdistanê ye û hikumeta Herêma Kurdistanê xizmeta dewleta Tirk dike ne xizmeta gelê xwe dike. JI ber vê yekê welatiyên herêmê koçber bibin. Her kes dizanin ku xêrûbêrên welatê wan ji hikumeta Tirk re diçin."

Mihemed Ebdullah koçberiya welatiyên Başûrê Kurdistanê bi 3 sedeman nîşan da û ev tişt anî ziman: "Dagirkeriya Tirk sedema sereke ya koçberiyê ye û berdewama komploya wê ya bi hikumeta Herêma Kurdistanê re ew e ku xwe li herêmê berfireh bike ku tevahî ajandeyên xwe pêk bîne. Ji lew re hikumeta Herêma Kurdistanê koçberiyê hêsan dike ku dengên li dijî siyaseta xwe dûr bixe, lê şerê di navbera dagirkeriya Tirk û hêzên gerîla de dike hincet. Ev sedem jî ji rastiyê dûr e û nîşaneya wê jî piranî welatiyên koçber bûne ji herêmên dûrî herêmên sînor in û piranî ji Hewlêr û Silêmaniyê ne. Li van herêman rêjeya bêkariyê zêde bû û ji ber rewşa dijwar a debarê, gendelî, çewisandina azadî û nearamî welatî koçber dibin. Hikumeta herêmê hewl dide vê yekê veşêrê, lê piranî penaberên li ser sînor asê mane ev sosret derewand û rastiya hikumeta Herêma Kurdistanê ji tevahiyan re eşkere kir."

Têkildarî sedema duyemîn a koçberiyê jî, Ebdullah wiha axivî: "Ewlehî li Başûrê Kurdistanê tune ye û piranî welatiyên ku mafên xwe dixwazin tên girtin. Mamosteyên ku mûçeyên xwe dixwazin tên girtin û rojnamegerên ku rastiyê eşkere dikin tên girtin. Sedema sêyemîn jî ew e ku hikumeta Başûrê Kurdistanê tu derfet neda welatiyan ku kargehan ava bikin. Ji ber tenê pişta xwe dide dahatûyên petrol û bazirganiyê. Vê yekê jî derfetên xebatê kêm kir û bêkarî zêde kir. Kesên ku xwendina xwe ya zanîngehê bi dawî dikirin bê kar in.  Ji ber van sedeman koçberiya ji bo lêgerîna li rêbazên jiyanê li dewletên dîtir, zêde bibe."

‛DIVÊ TEVAHÎ WELATÎ VEGERIN WELATÊ XWE’

Di dawiyê de Hevserokê Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî) Mihemed Ebdullah bang li tevahî welatiyên li Başûrê Kurdistanê kir ku vegerin welatê xwe û wiha dawî li gotina xwe anî: "Divê tevahî welatiyên li derve vegerin welatê xwe û çareseriyan ji pirsgirêkên xwe re li welatê xwe bibînin. Ji ber ku tu pirsgirêk bê çareserî tune ne. Her wiha divê civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan bi awayekî lezgîn alîkariya wan penaberan bikin û zextê li desthilatên Başûrê Kurdistanê bikin ku rewşên welatiyan çareser bikin û li hember siyaset û komployên wê yên bi dewleta Tirk re bisekinin."

(fr)

ANHA