Panorama hefteyê: Normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re li benda gavên din in

Dewletên erebî yên ku bi hikumeta Şamê re têkilî normalize kirine li benda gavên din in, li aliyekî din jî Îxwanan li Lîbyayê namzetiya Xelîfe Hefter û kurê Qezafî ji bo hilbijartinên serokatiyê red kirin.

Panorama hefteyê: Normalîzekirina têkiliyan bi Şamê re li benda gavên din in
21 mijdar, 2021   05:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên erebî yên hefteya borî îşaret bi normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re, hilbijartinên Lîbyayê, aloziya Sûdanê û hevbendiyên ku dibe piştî hilbijartinên pêşwext ên parlamantoya Iraqê werin avakirin, kir.

 ‘NORMALÎZEKIRINA TÊKILIYAN BI ŞAMÊ RE Û ENCAMÊN WÊ’

Têkildarî rojeva Sûriyê, rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivîsî: “Piştî gavên dawîn ên 'normalîzekirina têkiliyên welatên Ereban' bi Şamê re, welatên sereke yên Ereban çaverê ne ku Sûriye jî hin gavan biavêje, beriya ku dest bi însiyatîfeke siyasî ya mezintir bike ku li gorî wê Şam bi rêya civîna welatên Ereban a di bihara bê de were lidarxistin, li Yekitiya Ereban vegere.

Di rojên dawîn de rêzehevdîtinên eşkere û veşartî di navbera rayedarên Ereb û biyanî de ji bo nîqaşkirina dosyaya Sûriyê, pêk hatin û nêrînên têkildarî wê mijarê li ser maseya welatên sereke yên Ereban hatin pêşkêşkirin.

Ew welat dibînin ku wan “gava destpêkê” ber bi Şamê ve avêtiye û ew li benda “gavên Sûriyê” ne. Texmînên ferdî yan komî yên welatên Ereban girêdayî 3 astan in.

Ya yekemîn; dosyayên Sûriyê, wekî helwesta erênî ji bo xebatên siyasî û civînên komîteya destûrê, dosyaya vegera koçber û penaberan û kesên hatine girtin û pêkanîna biryara 2254’an.

Ya duyemîn; texmînên jeopolîtîk ên girêdayî hebûna Îranê li Sûriyê, derbasbûna dewleta Tirk ji bakurê Sûriyê re, îhtimalên vekirina kanalan di navbera Til Evîv û Şamê de. Êdî wekî berê daxwaza derxistina Îranê bi temamî ji Sûriyê nayê kirin, lê belê tê çaverêkirin ku rola Îranê were kêmkirin, yan jî ji nû ve bê pênasekirin an bê bidawîkirin. Her wiha pêşkêşkirina piştgiriya lojîstîk-leşkerî-perwerdeyê ji aliyê Sûriyê ve ji Îranê re di dosyayên din ên têkildarî welatên Ereban de, bi paş de were kişandin.

Heman texmîn girêdayî rola Tirkiyê ne jî ku êdî pêşeroja wê girêdayî lihevkirinên di navbera Moskov, Enqere û Tehranê ye. Hin welatên Ereban amade ne ku piştgiriya siyasî bidin hikumeta Sûriyê da ku li “hembêza erebî” vegere, lê belê di pêşkêşkirina piştgiriya leşkerî de dudil in, ji ber ku gelek welatên Ereban têkildarî têkiliyên dualî û dozên herêmî hin şêwir bi Enqereyê re dane destpêkirin û naxwazin bikevin nava şerekî leşkerî.

Ji bo Îsraîlê jî, hin welatên Ereban dibêjin dê Şam nêzî Til Evîvê bê kirin da ku ji Tehranê dûr bikeve, ew yek jî li ser koordîneya Rûsya-Îsraîlê ya li dijî hebûna leşkerî ya Îranê li Sûriyê, dimîne.

Washington jî normalîzekirina têkiliyên bi Şamê re qedexe nake, lê belê ji wan welatan dixwaze ku destpêkê hin “tawîzên hundirîn an jeopolîtîk” ji Sûriyê wergire û cezayên Qanûna Qeyser bînin bîra wê. Lê di heman demê de, Washingtonê hin welatên Ewropayê agahdar kirin ku divê girêdayî van hersê tiştan bin; na ji fînansekirina ji nû ve avakirina Sûriyê, na ji rakirina tecrîdê re û na ji rakirina cezayan beriya pêkanîna pêşketinên di xebatên siyasî de li gorî biryara 2254’an.”

 ‘ŞEPÊLA SEDR NIYET DIKE KAZIMÎ JI BO SEROKATIYA HIKUMETA NÛ HILBIJÊRE’

Rojnameya El-Itîhad a Îmaratê derbarê rewşa Iraqê de got: “Çavkaniyên siyasî yên ji Iraqê piştrast kir ku Şepêla Sedr ya bi serokatiya Muqteda El-Sedr, niyet dike 3 kesayetan ku di nav de serokwezîr Mistefa Kazimî jî heye, ji bo avakirina hikumeta nû ya Iraqê, piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinên parlamantoyê, pêşniyar bike.

Çavkaniyan destnîşan kir ku hin hêzên siyasî însiyatîfa serokê “Şepêla Hikimê” Emar El-Hekîm qebûl kiriye, ku beriya 2 rojan ji bo lihevkirina li ser encamên hilbijartinan û pêşxistina xebatên siyasî pêşkêş kiribû. Lê belê çavkaniyan got dibe ku şepêla Sedr hin şertan deyne û Kazimî ji nû ve ji bo beşdarbûna dan û standinên ku tê payîn piştî ragihandina encamên dawîn ên hilbijartinan dest pê bikin, hilbijêre.”

 ‘ÎXWANÊN LÎBYAYÊ LI DIJÎ HILBIJARTINAN ŞER ÎLAN DIKIN’

Derbarê rewşa Lîbyayê de jî, rojnameya El-Beyan wiha got: “Mîlîsên li rojavayê Lîbyayê gefa girtina nivîsgehên Komîseriya Hilbijartinan li herêmên xwe xwar û ragihand ku ew dixwazin şemiya bê xwepêşandanan li dar bixin da ku beşdarbûna Xelîfe Hefter û Seyf El-Îslam El-Qedafî di hilbjiartinên serokatiyê de, red bikin. Çekdaran navendên komîseriya hilbijartinan li bajarên Zawiyê, Zilêtin û Xeryan girtin û bi wê yekê li dijî hilbijartinan şer ragihand.”

Hemwextî van geşedanan, xîtaba provokatîf a koma Îxwanan û hevalbendên wê li dijî Komîseriya Hilbjiartinan û beşdarbûna Hefter û Qedafî di hilbijartinan de, zêde bû.”

‘WASHINGOTN Û XERTÛM… BI DESTEKÎ DAN Û STANDINAN, BI DESTÊ DIN ZEXTÊ DIKE’

Rojnameya El-Ereb derbarê Sûdanê de wiha nivîsî: “Rêveberiya Amerîkayê di aloziya Sûdanê de bi awayekî dualî nêz dibe. Di demekê de ku zextên siyasî nîşanên qutkirina alîkariyên aboriyê dide, di heman demê de rayedareke payebilind şand Xertûmê da ku dan û standinan pêk bîne û li hev bikin.

Cîgira wezîrê karen derve yê kar û barên Afrîkayê hevdîtin bi hejmareke fermandarên mezin ên leşkerî, nûnerên hêzên azadî û guhertinê re pêk anîn da ku alozî bêyî windahiyên madî yan manewî yên Washingtonê, were çareserkirin.

Çavdêr dibêjin siyaseta her du navgînan (diyalog û zext) a Washington dimeşîne, li gorî rewşa Sûdanê guncaw e, ji ber ku ger tenê ya yekemîn bi kar bîne dibe baweriya hêzên sivîl yên demokratîk bi rêveberiya Amerîkayê kêm bibe, eger ya duyemîn jî bi kar bîne dibe ku fermandarê artêşê têkiliyan bi Rûsya û Çînê re bi pêş bixe.”