Rêber Ocalan: Ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe

Rêber Ocalan: Ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe
21 mijdar, 2021   00:38

ABDULLAH OCALAN

Kengî mirov hewl bide pirsgirêkên civakî çareser bike, divê mirov hûrûkûr li ser diyardeya jinê bifikire, ji bo hewldanên wekhevî û azadiyê jiyana jinê bike çavkanî û ev yek divê hem bingehê rêbaza lêkolînê û hem jî bingehê hewldanên zanistî, exlaqî, estektîk ên hevgirtî be. Rêbazeke lêkolînê ya rastiya jinê bêpar, têkoşîneke azadî û weheviyê ya jinê nexe navenda xwe, nikare bigihêje heqîqetê, nikare azadî û wekheviyê pêk bîne.

Civaka mirov şêwazekî jiyanê yê zindî yan jî ruhberekî nîne. Xwedî xilsletên wisa ye ku dikare di nava xwe de û li ser xwezayê diyardeya hukimranî û desthilatdariyê pêş bixe. Çawa ku em di desthilatdariya dewleta netewe de dibînin, ji aliyê hejmar û navarokê ve pêkanîna wê ya herî zêde dikare dinya me ya jiyanê veguherîne qebra jiyanê. Li vir rewşa çeloxwarî ji ber civakê ango civaka mêrê serwer pêk tê. Hegemoniya mêrê serwer li ser jinê pêk tîne dinya me dixe rewşekê ku dike jiyan lê nebe. Ev encam jî ne bi beridîneke biyolojîk, lê bi desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr tê. Ango divê jiyana bi jinê re jî diyardeya desthilatdariya hegemonîk a bi serweriya mêr rizgar bibe. Jina ku jiyana wê di bin hukimraniyê de derbas bibe, bi zarokanînê mirovatî mîlyonan sal dewam kir, lê bi modernîteya kapîtalîst re ev xisleta wê ya zarokanînê bi awayekî îronîk dawiyê li jiyanê tîne. Jiyan bi jina di bin vê statuya heyî de nîşaneyên dawîhatina li jiyanê nîşan dide. Bêhejmar nîşaneyên vê rastiyê hene. Eger em wan rêz bikin:

  1. Şênî di vê dinya me de hilnayên û gihiştiye qonaxekê ku hebûna ruhber û zindiyên din jî dixe tehlûkeyê. Jiyaneke bi vê awayekî bi wê jinê re ya di vê stastuya heyî de, xwezayîbûn û ekolojiya jiyanê her roja derbas dibe bileztir dixe tehlûkeyê.
  2. Dîsa ev jiyan di nava civakan de û li derveyî wan rê li ber şîddeta desthilatdariyê ya bêsînor vedike. Asta milîtarîzm gihiştiyê wê rastiyê têra xwe piştrast dike.
  3. Seksualîteya jinê bi awayekî xeternak tê bikaranîn û li ser vê zordestî û mêtinkariyeke xeternak hatiye pêşdebirin. Jiyan bi tevahî ji rê hatiye derxistin. Hema bêje bi jirêderketineke cinsî re ya ku xwe bêmane dubare dike, kirine yek.
  4. Jina di civakê de kirine ne tiştek û pêjna wê nayê, kirine makîneyeke zurriyetê dewam bike, metayeke cinsî û hêza herî erzan a karkirinê. Mîna ku maneyeek wê ya din tine be.
  5. Mîna ku li ser jinên qirkirineke çandî tê meşandin. Lê bi rola xwe ya seksualîte û dewamkirina zurriyetê weke artêşeke karkerên bêheqdest an jî bi heqdesteke erzan dixebite nirxekê îfade dike. Ji bo karibe xwe ji aliyê fîzîkî, exlaqî û manewî ve biparêze ew ji hêza wê mehrûm kirine.
  6. Di nava van faktoran de civakeke jinê di nav lepê jiyaneke bêmane de biperpitîne û binalîne, ew civak bi tenê dikare nexweş be. Jina bêmane wê civaka wê wê jî bêmane be.

Mirov dikare van nîşane û îşaretan zêdetir bike. Ev jî dide xuyakirin ku hevjiyana bi jinê re pêdiviya xwe bi awayekî eşkere û bi lez bi veguherîneke bingehîn heye. Bi jina bêparastin û bûye milk hevjiyana azad ne pêkan e. Ji aliyê exlaqî ve jî ev yek ne pêkan e. Ji ber ku kengî exlaq tê tinekirin koletî dikare pêk bê. Hemin em nikarin ji exlaqê hêzên hegemonîk re exlaq bibêjin. Hêza hegemonîk, di vê navberê de mêrtiya hegemonîk bi tenê bi hilweşîna exlaqê civakê re dikare pêk bê. Li gorî ku jiyan bê jin nabe, ji bo rizgarkirina jiyanê rizgariya jinê ferz dibe. Berevajiyê vê rastiyê jî rast e, bê mêr jî jiyan dibe, lê ew jiyan bi koletî dibe. Ev vegotina me zêdetir der barê wê jinê de ye ku di nava avahiya civakê de ye. Pirsgirêka jinê di nava cîhana zêhniyetê û têkiliya wê de girîngtir dibe. Heta zêhniyeteke dijberê nîşaneyên neyênî yên der barê jinê de bi awayekî serketî pêk neyê, bi giştî hevaltî (bihevrebûn) bi taybetî jî hevaltiya jiyana azad (bihevrebûna jiyana azad) pêk nayê. Ango weke teza dijber ji bo jiyaneke di asta hevaltiya azad a bi jinê re erkên divê bêne bicihanîn xulase mirov dikare wisa rêz bike:

  1. Beriya her tiştî pêdivî bi têgîneke hevjiyana elolojîk heye ku di bingehê wê de pirrbûn û dewamkirina zurriyetê tineye, li gorî îdeala mirovatiyê ya gerdûnî ye û hebûna zindiyên din jî li ber çavan digire. Asta gerdûnî ya civak gihiştiyê jiyaneke azad bi jinê re ferz dike. Sosyolîzma rast bi tenê dikare li ser binghê jiyeneke azad bi jinê re bê avakirin. Ya sosyalîzm divê pêşî bike (ne ya paşî) ew e, divê ji sedî sed jiyana azad bi jinê re bigihîne astekê.
  2. Ji bo vê jî divê mirov bi awayekî zêhnî û sazî li dijî desthilatdariya hegemonîk a mêrê serwer têbikoşe. Û di asta hevaltî û bihevrebûna azad de serkeftina têkoşîna zêhniyet û sazîbûnê misoger bike. Bêyî vê serketinê mirov nikare hevjiyana azad pêk bîne.
  3. Jiyana bi jinê re divê ti carî weke cinsiyetparêziyeke ji bo dewamkirina xerîzeya cinsî û temendirêjiyê neyê şîrovekirinê. Çi şaristanî, çi jî modernîteya kapîtalîst jiyana cinsiyetparêz di tevahiya qadên zêhnî û sazî de neyê tesfiyekirin, bicihanîna hevjiyana azad ne pêkan e. Di nava paradîgma û wan saziyan de ku jinê weke diyardeyeke milk û objeyeke cinsî dibînin, jiyan ne bi tenê bêexlaqiyeke mezin e, di heman demê de şêwazê jiyanê yê herî şaş û kirêt e. Di nava van şert û mercan de mîneke din a diyadeya civakî nîne ku evqasî jinekê yan jî mêrekî piçûk derxîne û birizîne.
  4. Kengî milkkirina jinê hat redkirin, ji cinsiyetparêziya civakî ya tê bikaranîn bi temamî bê bihurîn, di her asta civakî de wekhevî (li ser bingehê cudatiyê wekhevî) pêk hat, hevjiyana azad bi jinê re pêkan e.
  5.  Kengî jin jib o dewamkirina zurriyetê nebe amîr, nebe karker an jî bibe kirdar, hevjiyana azad pêre pêkan e.
  6. Civak bi tenê di van şert û mercan de dikare li gorî hevjiyaneke azad be ango dikare br bi civaka azad û ya xwedî şertên wekhev biberide.
  7. Di nava şert û mercên erênî de hevjiyana azad bi jin û mêrên nirxê xwe yê mejî û avabûnê zêdekirî re pêkan e.