Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-5

Birayên çeteyê Roj yê bi navê Ibrahîm Silê, dibejin ku di destê birayê wan de çek hebe nebe ne girînge, di encam de ew çeteyê Roj e ku ji bo wan jî dijmin e. Malbat daxwaz kir ku hemû çeteyên Roj xwe kom bikin û vegerin mala xwe.  

Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-5
21 mijdar, 2021   01:46
NAVENDA NÛÇEYAN – CÎHAN BÎLGÎN

`DIVÊ BI LEZ AQILÊ XWE BIDIN SERE XWE`

/kr/uploads/files/2021/11/20/192219_faris-silman-sil-5.webp

Welîd Silêman Silê û Faris Silêman Silê bang li birayê xwe Ibrahîm Silê dikin ku vegerê mala xwe û gotin ku bila li ber welatê xwe de şehîd bikeve, ne li ber dijminê xwe de. 

Birayê Welîd Silêman Silê (46) bi navê Ibrahîm Silêman Silê di sala 2016`an de tev li çeteyên Roj bû ye.  Welîd Sileman Silê dibejê ku birayê wî li kampa Domîz tevli çeteyên Roj dibe. Ne tene Ibrahîm Silê, piraniya çeteyên Roj ji koçberên Rojava ne û ji kampan tên kom kirin.  Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ku beşek ji Koalîsyona Niştimanî ya Sûriyê ye, navenda wê li Stenbolê ye piştgirî dide koma çete yên Roj. ENKS ji bo zedêkirina hejmara endamtiya çeteyan, gelê Rojavayê Kurdistanê teşwîqî koçberiyê ber bi Başûrê Kurdistanê dikin. Koçberên Rojava yên ku li kampên Başûrê Kurdistanê wekî Domîz, Xebat, Dareşeqran de dimînin wan tevli çeteyan dikin.  Li kampan ji bo tevlibûnê bûroyên taybet hatine avakirin.

Yek ji polîtikayên dewleta Tirk ewe ku, bi rêya pereyan wan kedî bike û bixe kole.  Çeteyên Roj jî li ser vê hatine komkirin ku piraniya wan li ser hinceta rewşa aborî tevli bûne. Tekildarî hinceta tevlibûna birayê xwe û hemû çeteyên Roj re Welîd Silêman Silê, dibejê ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hezaran kar heye ku heya niha kes ji birçîbûnê nemiriye.  

`LI DIJÎ DIJMINÊN XWE RABIN`

“Divê werin parastina axa xwe bikin ne li dijî birayên xwe rabin” bi van gotinan re Silê, tîne ser ziman ku çûna çeteyên Roj ji bo qadên gerîla gelekî şaşe û vê nirxandinê dike: “Fikrê ku ew li ser dimeşin şaş e. Divê bi lez aqilê xwe bidin serê xwe û li dijî dijminên xwe rabin. Perwerde, çek, maaş dewleta Tirk dide wan. Yên ku tevli wan bûne mejiyê wan hatiye şûştin. Hêviya me ewe ku malbatên çeteyên Roj bi wan re biaxivin û wan bînin ser rêya rast da ku vegerin. Dijmin dixwaze em hev bikûjin. Hem li vir tên bikaranîn hem jî li wir.”

`MIN JI WAN RE GOT EZ TEVLI DIJMINÊ XWE NABIN`

/kr/uploads/files/2021/11/20/192238_weld-sileman-sil-5.webp

Di destpêka şoreşa 19’ê Tirmehê de Welid Silêman Silê jî berê xwe dide Başûrê Kurdistanê û 4 mehan li wir dimîne. Di destpêka avakirina çeteyên Roj de daxwaz jê dikin ku ew jî tevlê çeteyên Roj bibe. Silê, daxwaza wan bi van gotinan red kiriye: “Min ji wan re got ez tevli dijminê xwe nabim, ezê vegerim mala xwe. Bi rastî jî dijminin. Min tehamul nekir û ez vegeriyam.”     

`ÇETEYÊN ROJ LI SER ARMANCA ŞERÊ BIRAKUJÎ AVA BÛ`

Faris Sileman Silê jî birayê Ibrahîm Silê ye. Ew jî banga xwe radigihîne ku bi hêvîne birayê wan vegere malê û  li vir kar bike.  Faris Silêman, di serî de behsa avakirina çeteyên Roj dike û dibejê: “Di esas de avakirina çeteyên Roj li ser armanca şerê birakujî çê bû. Ew ne ji bo me hatin ava kirin, wan ji bo xwe avakirin. Birayê min li ser rewşa aborî tevli bû. Lê em hemû feqîrin dîsa jî em tevlê wan nebun. Şoreşek welatê me de heye.”

Silê, dibêje ku ger birayê wan were kuştin nizanin wê li kuderê veşerin û wiha berdewam dike: “Divê ew di ber welatê xwe de şehîd bikevin ne li ber dijminê xwe de. Li wir xizmên xwe dikûjin. Gerîla emin; cîranê me ne, gundiyên me ne, xizmên me ne. Hêviya min ji hemû çeteyên Roj heye ku vegerin ser mala xwe û şerê dewleta Tirk bikin. Ew çete ne ku gerilayan şehîd dixin. Vî karî ji dijmin re dikin.”

`BI ÇÊKBIN BÊÇEKBIN NE GIRÎNG E DI ENCAM DE ÇETE NE`

Silê, li ser axaftina birayê wî ku gotiye ‘di destê min de çek tine ye’ dibejê: “Çek di destê wî de hebe nebê ne girînge. Di encam de ew çeteyê Roj e û dijmin e. Ew dijminin ku 2 mehe hevalên me şehîd xistine û cenazeyên wan radestî me nakin. Bi pere tên bikaranîn. Gelekî mêjiyê wan şûştine ku ji bo malê cîhanê birayên xwe dikujin.  Ez dixwazim hemû çeteyên Roj xwe kom bikin û vegerin mala xwe. Bes e heya kengî wê bi dijmin re kar bikin. Bila ji xwe re bifikirin ku bi kî re kar dikin.  Werin em bi hev re dijminê xwe bixin erdê. Sînga me ji her kesî re vekiriye.”

ANHA