Şêniyên Şêxmeqsûd: Tişta ku li Îmraliyê diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kir ku tecrîda li ser rêber Ocalan derexlaqî û dermirovî ye. Her wiha piştrast ew ê heya pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan têbikoşin.

Şêniyên Şêxmeqsûd: Tişta ku li Îmraliyê diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye
21 mijdar, 2021   04:10
HELEB – ARIF SILÊMAN

Dewleta Tirk a dagirker di girtîgeha Îmraliyê de tecrîda giran li ser rêber Abdullah Ocalan dimeşîne, nahêle parêzer û malbat bi rêber Ocalan re hevdîtinê bikin. Tevî van hemû sûc û binpêkirinan jî rêxistinên peywendîdar bêdeng in.

/kr/uploads/files/2021/11/20/192847_-.webp

Di vê çarçoveyê de, welatiyê bi navê Mihemed Ebdulqadir tecrîda ku li ser rêber Ocalan tê meşandin, şermezar kir û got: "Tişta ku îro li Îmraliyê diqewime sûcekî li dijî mirovahiyê ye û hemû cîhan vê yekê dizane."

Ebdulqadir destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û rêxistinên navneteweyî qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dikin.

`RÊBER OCALAN DIKARE PLANÊN DEWLETÊN KOMPLOGER Û HERÊMÎ TÊK BIBE`

Ebdulqadir destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst û yên herêmî projeya demokratîk a ku rêber Ocalan pêşkêş kiriye, wekî metirsî li ser projeya xwe ya li Rojhilata Navîn dibînin. Lewma tecrîdê li ser rêber Ocalan giran dikin, ji ber ku baş dizanin ku rêber Ocalan dikare planên wan ên komploger ên li dijî gelên Rojhilata Navîn, têk bibe.

/kr/uploads/files/2021/11/20/192904_-.webp

Li aliyekî din welatiya bi navê Yara Mûsa piştrast kir ku gelê Kurd li hemberî binpêkirin û sûcên dewleta Tirk a faşîst ên li dijî rêber Ocalan bêdeng nemaye û wê namîne û dê bi çalakiyên xwe planên dewleta Tirk têk bibe, her wiha dê heta bidestxistina azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan têkoşîna xwe bidomîne.

Her wiha welatiya bi navê Tolîn Omer jî diyar kir ku bêdengiya navneteweyî ya li hemberî vê tecrîdê nîşan dide ku ew jî bi şirîkê dewleta Tirk a faşîst in û berjewendiyên wan bi hev re hene.

/kr/uploads/files/2021/11/20/192816_-.webp

Tolîn Omer destnîşan kir ku sûcên kiryarên dewleta Tirk a desthilatdar ên li dijî rêber Abdullah Ocalan dermirovî û derexlaqî ne.

(dx)

ANHA