Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir

Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya bajarê Kobanê dest pê kir.

Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir
Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir
Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir
Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir
Mîhrîcana Şano ya "Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye" dest pê kir
20 mijdar, 2021   17:23
KOBANÊ

Ji bo dilsoziya bi şehîd Arîn Mîrkan re ya ku di berxwedana Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê çalakiyeke fedayî pêk anî, Desteya Çandê ya Herêma Firatê bi hevkariya Tevgera Mezopotamya ya Çand û Hunera Demokratîk Mîhrîcana Şano ya " Arîn Bisk û Zulfên Aşîtiyê ye " orgenîze kir.

Çalakiyên mîhrîcanê bi vekirina pêşangeheke wêneyan dest pê kir. Di pêşangehê de wênexêzên zêdetirî 10 şêwekarên ji kantona Kobanê hatin pêşandan.

Paşê beşdar derbasî hola mîhrîcanê bûn. Bernameya mîhrîcanê bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir, piştre cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Emîne Bekir, şehîd Arîn Mîrkan û şehîdên azadiyê yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahiya Kurdistanê bi bîr anî.

Emîne Bekir ev li gotina xwe zêde kir: "Ev mîhrîcan ne wekî yê berî xwe ye, ev mîhrîcan jî bo me girîng e, ji ber ku behsa şehîdekê dike ku jiyan ji me re afirand. Li ser vê yekê erka me ye ku şopdarên rêya Arîn û şehîdên din bin û xewnên wan pêk bînin."

Emîne Bekir her wiha got: "Rewşa ku em tê re derbas dibin û gefên li dijî me bi armanca qirkirina me ne, lê em gelekî xwedî dîrok in, gelê me di pêvajoya sedsalan de çanda xwe parast, ji lew re em ê li dijî gefan bisekinin û em ê hemû kesên hewldana qirkirina me dikin, têk bibin."

Endamê rêveber ê mîhrîcanê û derhênerê şanoyê Hisên Xanê axivî û got: "Kobanê ya çeteyên DAIŞ û hevalbenêdn wê têk birin, layiqî serkeftinê ye. Dem hatiye ku em perda vê mîhrîcanê rakin ku layiqî berxwedana şehîd Arîn e. Şano cureyek ji cureyên i vîna azad a gelan îfade dike, her wiha xwedî rûyekî li ken û li girî ye. Em ê jî bi rêya vê mîhrîcana xwe berxwedanê silav bikin."

Piştî axaftin bi dawî bû, şanoyê "Memê Ewan" hate pêşandan. Şano bûyerên vê destanê bi awayekî lîrîk parve dikin û beriya wê hunermend Reşîd Sofî stranek got.

Çalaniyên mîhrîcanê dê heta 27`ê mehê berdewam bike û dê komên şanoyê yên ji Heleb, Şehba, Reqa, Minbic, Tebqa û Kobanê berhemên xwe pêşkêş bikin.

Arîn Mîrkan "Dîlara Kînc" 1992`an li kantona Efrînê ji dayik bûye û 2007`an tev li nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê bûye. Arîn Mîrkan 5`ê Cotmeha 2014`an li ser girê Miştenûrê yê li bajarê Kobanê li hemberî komên çeteyan çalakiyeke fedayî pêk anî.

(eh)

ANHA