Malbatên Şehîdan ên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist

Li Minbicê bi dirûşmeya "Bi xwîna şehîdan em ê dagirkeriyê têk bibin" civîna salê ya hevser û dayikên şehîdan hate lidarxistin.

Malbatên Şehîdan ên Minbicê civîna xwe ya salane li dar xist
20 mijdar, 2021   16:40
MINBIC

Civîn bi beşdarbûna dayik û hevserên şehîdan ên bajarê Minbic û gundewarê wê, nûnerên Rêveberiya Sivîl li hola Navenda Çand û Hunerê ya li naverasta bajêr hate lidarxistin.

/ar/uploads/files/2021/11/20/151010_alajtmaa-alsnwy-lahaly-alshhdaa-fy-mnbj-_282966720929_-__.webp

Ji bo bîranîna şehîdên têkoşînê azadiyê deqeyeke rêz hate girtin, piştre endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Norşan Efrîn rewşa siyasî, gefxwarinên artêşa Tirk ên li dijî herêmê û li hemberî êrişan erka dikeve ser milên dayikên şehîdan şîrove kir.

Norşan Efrîn ev li gotina xwe zêde kir: "Bi saya dayikên şehîdan û zarokan wan herêm hate rizgarkrin û serkeftin pêk hat. Ji lew re divê em ê xwedîderketina li nirx û destkeftiyên şehîdan berdewam bikin."

Norşan Efrîn di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk a dagirker di demên dawî de gefên xwe li ser herêmên me zêde kirin, ji lew re divê em xurt bin û ji hemû êrişan re amade bin."

Hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hêvîn Îsmaîl axivî û îşaret bi geşedanên li herêmê û hevgirtina pêkhateyên herêmê kir.

Hêvîn Îsmaîl ev li gotina xwe zêde kir: "Minbic herêmeke sînorî ye, ji lew re ji aliyê artêşa Tirk ve tê hedefgirtin, li ser vê yekê divê dayik û malbatên şehîdan gel hişyar bikin û ji wan re bidin xuyakirin ku dijmin dixwaze qada dagirkiriyê berfireh bike, lê wekî ku me ev herêm bi saya xwîna şehîdan ji terorê rizgar kir em ê li dijî dagirker jî bisekinin."

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kefa Elî rapora salane ya meclisê xwend.

Di dawiyê de beşdaran rewşa rêxistinî ya meclisê û xebatên wê nîqaş kirin û banga têkoşînê li hemberî gefxwarinên dewleta Tirk kirin.

(eh)

ANHA