Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi dawî bû

Konferansa 7'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo bi hilbijartina meclisa nû û girtina biryaran bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi dawî bû
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi dawî bû
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi dawî bû
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo bi dawî bû
20 mijdar, 2021   17:59
QAMIŞLO

Konferansa 7'emîn a Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişlo vê sibehê bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk têk bibin" li hola Zana ya bajarê Qamişlo dest pê kir.

200 delegeyên Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo, endamên meclisên sivîl û leşkerî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star axivin û sînevîzyonek têkildarî xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan hate pêşandan. Her wiha peyama rêber Abdullah Ocalan a ji bo malbatên şehîdan hate xwendin.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Ubeyd Ata rapora xebatên 2 salan a meclisê xwend. Rapor ji aliyê endaman ve hate nirxandin. Beşdaran îşaret bi girîngiya lidarxistina civînên ji malbatên şehîdan re û guhdarkirina gilî û gazinên wan kir.

Her wiha beşdaran îşaret pê kir ku divê li zanîngeh û peymangehan deh kursî ji zarokên şehîdan re were veqetandin, da xwendina xwe temam bikin, li aliyekî din jî divê li navçeyên rojhilat û rojava yên bajarê Qamişlo du navendên tenduristiyê werin vekirin.

Li ser vê yekê biryar ketin dengdayînê û bi encamdana gelek biryaran bi dawî bû.

Paşê hilbijartin pêk hatin, 15 endam rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan 7 mêr û 8 jin hatin hilbijartin, piştre  dê hevserokên meclisê werin hilbijartin.

Di dawiyê de her 15 endaman sond xwarin ku şopdarên a rêya şehîdan û fikirê rêber Abdullah Ocalan bin.

(eh)

ANHA