Çeteyan li Efrînê 3 welatiyên din revandin

Li navçeya Cindirêsê ya kantona Efrînê çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 welatî revandin.

Çeteyan li Efrînê 3 welatiyên din revandin
20 mijdar, 2021   14:39
ŞEHBA

Li gorî agahiyên ku çavkaniyan ji herêmê dane, çeteyên navê polîsên leşkerî li xwe dikin ên girêdayî dewleta Tirk a dagirker li navçeya Cindirêsê 3 welatî revandin û birin cihekê ne diyar.

Li gorî çavkaniyan navên kesên hatine revandin wiha ne: Henan Îbrahîm Mewas, Hecî Murad Hecî Hiso û Mesûd Osman Xelo.

ANHA