Li Til Hemîsê şaneyeke terorîst hate girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li gundewarê navçeya Til Hemîsê şaneyeke terorîst girt û çek û belgeyên bi wan re destewerser kirin.

Li Til Hemîsê şaneyeke terorîst hate girtin
Li Til Hemîsê şaneyeke terorîst hate girtin
Li Til Hemîsê şaneyeke terorîst hate girtin
20 mijdar, 2021   14:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li gundewarê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişlo, şaneyeke terorîst ku ji 4 kesan pêk dihat girtin û çek û belgeyên bi wan re desteser kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku şane piştî şopndina tevgerên wan û komkirina delîlan ku îsbat dike destên wan di kiryarên terorîst de hene hate girtin.

Her wiha hate ragihandin ku şaneya ji 4 kesan pê dihat, barbanga îro di kemîna HAT'ê de hate girtin û çek û belgeyên di dest wan de hatin destekirin.

Li gorî daxuyaniyê çek û belgeyên ku hatine desteserkrin wiha ne:

3 Kalaşnîkov

9 Cerçûrên kalaşnîkov

197 guleyên kalaşnîkov

1 Rext

Demançeyek îyara 9 mm û du cercûr

16 Guleyên demançeyan

19 Guleyên brno

1 Cilekî leşkerî

2 Bombe

Hezar û 500 dolar û 140 hezar û 500 lîreyên sûrî

3 Çekên spî

9 Telefonên destan

10 Sîmên telefonên destan

Belgeyên kesayetî yên iraqî û sûrî.

ANHA