​​​​​​​Li Çelebiyê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan

Li navçeya Çelebiyê ya başûrê rojhilatê bajarê Kobanê bi sedan kes bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya ji rêber Abdullah Ocalan re kir.

​​​​​​​Li Çelebiyê bi sedan kes li dijî tecrîdê meşiyan
20 mijdar, 2021   14:55
KOBANÊ

Kongreya Star a navçeya Çelebiyê ya 45 km dikeve başûrê rojhilatê Kobanê di çarçoveya pêngava "Dem dema azadiyê ye" de meşek li dar xist.

Meş ji pêşiya avahiya Kongreya Star a navçeyê dest pê kir û ber bi qada Şehîd Gelhat Raman ya li gundê Xerab Aşiq ve çûn. Beşdaran wêneyên rêber Ocalan rakirin û sloganên "Ji rêber Ocalan re azadî" berz kir. Meş li qadê veguherî mîtîngê li wir xwepêşandêran deqeyeke rêzgirtin li ser giyanên şehîdan sekinîn.

Endama Mala Jinê ya Navçeya Çelebiyê Emîne Ebdurehman bi navê Kongreya Star axivî û got: "Xwepêşandana me bi armanca şermezarkirina tecrîda ji beriya salan ve li ser rêber Ocalan hatiye ferzkirin e, lê tevî vê yekê rêbertî fikir û felsefeya xwe di nav gelê Kurd û cîhanê de belav kir."

Emîne Ebdurehman ev li axaftina xwe zêde kir: "Dijminê Tirk li Rojava sivîlan dike hedef û li dijî gel şerê taybet dide meşandin, her wiha bi çekên kîmyewî şerê gerîlayan dike. Li hemberî vê yekê jî civata navneteweyî bê deng e. Lê em ji dijmin re dibêjin, êdî bes e û dem hatiye ku azadiya fîzîkî ya ji rêber Ocalan re pêk were û gelê Kurd azad bibe."

Emîne Ebdurehman bang li gelê Kurd kir ku yekitiya xwe ava bikin û ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan kar bikin. Emîne Ebdurehman tecrîda li ser rêber wekî tecrîda li ser gelê Kurd bi nav kir û got, divê her kes li dijî dijminê gelê Kurd bisekine, da rêbertî azad bibe.

Beriya vê meşê li bajarê Kobanê û navçeyên Qenaye, Sirîn û Şêran ên girêdayî kantona Kobanê heman meş li dar ketin.

(eh)

ANHA