Bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere bû

Tevgerên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê eşkere kir. Her wiha bal kişandin ser xurtkirina têkoşînê li dijî zîhniyeta baviksalar û bang li jinên Sûriyê kir ku Sûriyeyeke azad û demokratîk ava bikin.

Bernameya çalakiyên 25’ê Mijdarê eşkere bû
20 mijdar, 2021   11:47
QAMIŞLO

Rêxistin û saziyên jinan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê bernameya xwe ya çalakiyên bi boneya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan a Cîhanê bi dirûşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" eşkere kir.

Daxuyanî li Baxçeyê Xwendinê ya li Qamişloyê ji aliyê endama koordînasyona Kongreya Star Rîhan Loqo, cîgira meclisa navçeya Qamişloyê Safiyê El-Kiûd û endama Yekitiya Jinên Suryan Maryana Îsa ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin:

"Bi dirûşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" em bi ruhê jinên têkoşer Hevrîn Xelef, Sewsen Bîrhat, Hind Sada, Denîz Poyraz, Leyla Agirî, Zehra Berkel, Kerîma Lorana, Wîdad Yûnan û Şemîram Mamo tê dikoşin. Jinên ku li dijî zîhniyeta netewedewletê ya baviksalar tê dikoşin, têkoşîna van jinan û berxwedana wan a leheng ji bo me bûye ronahiya gihaştina azadiya jinan. Em ê ji bo bidestxistina jiyaneke birûmet û pêkanîna azadiyê bi biryardarî li ser rêya wan bimeşin.

Li ser vê bingehê em wek jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dirûşma "Ji bo têkbirina tundî û dagirkeriyê tê bikoşe" ji 20’ê Mijdarê heta 10’ê Kanûnê rêzeçalakiyan li dar bixin.

/ar/uploads/files/2021/11/20/100626_img_4010-28large29.webp

Bernameya hemleyê wiha ye:

- Lidarxistina semînrên giştî û yên taybet têkildarî tundiyê û cureyên wê, tundiya siyasî, qanûnên jinan, cureyên zewicandinê li gund, bajarok, navçe, sazî û kampan.

- Lidarxistina semînerên giştî ji bo guhertina zîhniyeta baviksalar.

- Vekirina dewreyên taybet ji bo mêran.

- Lidarxistina panelan bi rêya înternetê.

- Lidarxistina paneleke giştî têkildarî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

- Lidarxistina werşeyên kar girêdayî têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan.

- Lidarxistina platformên giştî û bernameyên televîzyonê.

- Pêşandana şanoyan li cihên giştî.

- Belavkirina belavokên girêdayî Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li ser Jinan.

- Organîzekirina meşên taybet ên jinan li hemû kantonan.

- Organîzekirina meşên taybet ên mêran li hemû kantonanan.

- Destpêkirina hemleya hashtagê li ser malperên tevna civakî.”

KOMÎTEYA ÇALAKIYAN

Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Kongreya Star, Yekitiya Jinan a Suryan, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Jinan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD), Meclisa Jinan a Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Komîteya Jinan a Rêxistina Mafên Mirovan a Cizîrê, Navenda Lêkolîn û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê, Tevgera Jinên Ciwan, Meclisa Jinan a Sûriyê, Koordînasyona Jinan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

(şx-dx)

ANHA