Ciwanên Efrînê ji bo azadiya rêber Ocalan meşek li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Abdullah Ocalan û şikandina tecrîdê li kantona Şehbayê meşek li dar xist.

Ciwanên Efrînê ji bo azadiya rêber Ocalan meşek li dar xist
20 mijdar, 2021   11:19
ŞEHBA

Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Efrînê di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngava ‘Dem Dema Azadiyê ye’ de li navçeya Babinis a kantona Şehbayê meşek li dar xist. Her wiha endamên Tevgera Jinên Ciwan, gelek xwendekaran û şêniyên herêma Efrînê beşdar bûn.

Meş li pêş yarîgeha Babinisê rawestiya û endama Tevgera Ciwanên Şoreşger Ferîde Hec Ebdo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Ev bû 23 sal ku tecrîd û îşkenceyeke pir giran li ser serokatî tê meşandin. Lê li hemberî vê tecrîd û îşkenceyê têkoşîn û berxwedaneke pir mezin jî heye. Heta ku em negihêjin azadiya rêber Apo em dev ji vê dozê bernadin. Heya têkbirina dagirkerî û îxanetê li ser axa Kurdistanê em ê têkoşîn û berxwedanê geş bikin.

Em wek Tevgera Ciwanên Şoreşger û Jinên Ciwan, ji bo azadiya rêber Apo ya fîzîkî em ê her tim li qadan bin ku beramberî vî dijminê hov û dewletên desthilatdar, em ê têkoşîn û şerekî pir mezin bidin meşandin. Em ê xwe li derdora rêber Apo bikin xelekeke jiagir, em nahêlin kesek mafê rêber Apo di cîhanê de tune bike û bide tunekirin.”

ANHA