SOHR: Li dergeha Nasîb teqînekê rû da

SOHR`ê ragihand ku li dergeha Cabir Nasîb a li ser sînorê Urdinê li başûrê Sûriyê, teqînekê rû da. Di encama teqîna bombeyê de ku ji aliyê kesên nenas ve hatibû bicihkirin, gelek kes birîndar bûne.

SOHR: Li dergeha Nasîb teqînekê rû da
20 mijdar, 2021   10:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas li ber nuqteya ewlehiya siyasî ya li dergehê bombeyek teqand. Di encama teqîna bombeyê de gelek hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan (SOHR) ji Hezîrana 2019`an ve li Dera û başûrê Sûriyê bi bombe, mayin, wesayîtên bombebarkirî û çekên sivik hezar 240 êriş û suîqest pêk hatine.

(şx)