Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir

Bi dirûşma “Bi şerê gel ê şoreşger em ê dagirkerî û faşîzma dewleta Tirk têk bibin” Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan a 7`emîn li Qamişloyê dest pê kir.

Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir
Konferansa Meclisa Malbatên Şehîdan dest pê kir
20 mijdar, 2021   09:31
QAMIŞLO

Konferans li Hola Zana ya li Qamişloyê bi tevlêbûna 200 delegeyan tê lidarxistin.

Endamên meclisên sivîl û leşkerî beşdarî konferansê bûn. Di konferansê de dê nûnerên Meclisa Malbatên Şehîdan, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Kongreya Star biaxivin û sînevîzyonek têkildarî xebatên Meclisa Malbatên Şehîdan bê pêşandan û peyama rêber Abdullah Ocalan a ji bo malbatên şehîdan were xwendin.

Her wiha dê rapora xebatên 2 salan a meclisê were xwendin û ji aliyê endaman ve were nirxandin. Tê payîn ku di dawiya konferansê de hevserokên nû yên meclisê werin hilbijartin.

Piştî ku konferansê dest pê kir, dayika Necah Gulo bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan axivî û got: “Em bi xêrhatina hemûyan dikin. Em şehîdên xwe yên ji bo ku me canê xwe feda kir, silav dikin.”

(şx)

ANHA