Rojnameyên erebî: Ruxmî bangewaziyan beşeke din a çeteyên Sûriyê gihaşt Lîbyayê

Rojnameyên erebî vê sibê behsa şandina beşeke din a çeteyan ji aliyê dewleta Tirk ve ber bi Lîbyayê ve, rewşa Erdogan li gel daketina nirxê lîreyê Tirk û rewşa li Sûdanê kir.

Rojnameyên erebî: Ruxmî bangewaziyan beşeke din a çeteyên Sûriyê gihaşt Lîbyayê
20 mijdar, 2021   08:16
NAVENDA NÛÇEYAN

‘DEWLETA TIRK BEŞEKE DIN A ÇETEYAN ŞAND LÎBYAYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Di demekê de ku bangewaziyên derxistina hêzên biyanî û çeteyan ji Lîbyayê zêde dibin, beriya ku hilbijartinên parlamentoyê û serokatiyê yên tên payîn di 24`ê Kanûnê de li dar bikevin, dewleta Tirk beşeke din a çeteyên Sûriyê şand Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir ku dewleta Tirk 160 çeteyên komên Feyleq El-Mecid, Lîwa Sultan Murad û Firqet El-Hemzat û gelek komên Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê yên alîgirên Enqereyê şandin Lîbyayê. Ev kom duh gihaştin Lîbyayê.

SOHR`ê destnîşan kir ku piştî rawestandina tevgerên çûn û hatinê ber bi Lîbyayê ve ku 15 rojan dom kir, roja sêşemê 140 çeteyên Sûriyê bi rêya balafireke Tirkiyê ji Lîbyayê derketin û çûn Sûriyê.”

‘DAKETINA NIRXÊ LÎREYÊ TIRK’

Der barê rewşa aboriya Tirkiyê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Di çend rojên dawîn de lîreyê Tirk gelekî nirxê xwe winda kir. Li gel ku serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan ê ku popularîteya wî kêm bûye û nikare welêt ji vê aloziya aborî derxe, muxalefetê banga hilbijartinên pêşwext kir. Serokên muxalefetê duh (pêncşem) ev bang kir.”

‘LI XERTÛMÊ PIŞTÎ KUŞTINA XWEPÊŞANDÊRAN, XWEPÊŞANDANAN JI NÛ VE DEST PÊ KIR’

Têkildarî rewşa li Sûdanê rojnameya El-Itîhad a Îmaratê wiha nivisî: “Ji bo şermezarkirina kuştina xwepêşendêran û ji bo vegerandina desthilata sivîl, duh piştî nimêja nîvro ji piraniya mizgeftên Xertûmê xwepêşandan li dar ketin.

Xwepêşandêran sloganên “Şoreşgerên azad, bi hev re em ê rê temam bikin” û gelek sloganên din berz kirin. Kurê serokê Partiya Netewe (El-Ome) yê nemir Sadiq El-Mihdî û gelek rêveberên partiyê pêşengiya xwepêşandêran dikin.

Xwepêşandêrên li herêma Cebra ya başûrê Xertûmê li dijî biryarên serokê artêşê Ebdulfettah El-Burhan slogan berz kirin.”

(şx)