Xebatên piştgiriya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome

Endamê Navenda Piştgirî û Hevkariya li gel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serdar Saadî diyar kir ku yek ji armancên vekirina navendê pêşxistina master û lîsansa bilind di zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ye.

Xebatên piştgiriya zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome
20 mijdar, 2021   07:26
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di çarçoveya kar û xebatên ji bo pêşxistina zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, di 1`ê Mijdarê de komeke akademîsyen û profesorên Kurd û Fransî ji bo piştgirî û xurtkirina têkiliyên zanîngehên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê (Rojava, Kobanê û El-Şerq), navendek li paytexta Fransayê Parîsê vekir.

Rêveber û berpirsê Enstîtuya Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava û endamê Desteya Rêveber a Navenda Piştgirî û Hevkariya li gel Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê (CSCUNES), Serdar Saadî der barê hurgiliyên vekirina navendê de ji ajansa ANHA`ê re axivî.

Serdar Saadî diyar kir ku wan beriya vekirina navendê di 24`ê Cotmeha 2021`an de civînek bi beşdarbûna akademîsyenên Fransî, Kurd û yên cîhanê li dar xistiye û got: “Endamên desteya rêveber 9 kes in, piraniya wan akademîsyenên ji Fransayê ne ku li Parîsê dijîn.”

Serdar Saadî da zanîn ku ew bi salan e kar û xebatên piştgiriyê ji bo zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin û bi rêya vekirina navendê xwestin koordînasyonekê ava bikin.

GIRÎNGIYA VEKIRINA NAVENDÊ

Saadî wiha axivî: “Beriya niha ji bo zanîngehên Rojava li derveyî welêt kom hatibûn sazkirin, bi taybet li Parîsê bi piştgiriya Zanîngeha Parîsê ji bo zanîngeha Rojava hatibû kirin. Paşê me nivîsgehek li cem Zanîngeha Bremen a Almanyayê amade kir, ew xebat gelekî serkeftî bû. Bi şêwaza vekirina navendekê ev cara yekemîn e kar tê meşandin.”

Di 13`ê Hezîrana 2021`an de xwendekarên Peymangeha Zanistên Civakî ya Zanîngeha Rojava û yên Zanîngeha Bremenê dest bi semînerên online kir ku mijarên wan prensîbên xweparastinê di şoreşa Rojava de, aboriya civakî di şoreşê de, jin û jineolojî bûn.

Serdar Saadî destnîşan kir ku gelek armancên wan ji vekirina vê navendê hene û wiha dewam kir: "Armanca sereke pêşkêşkirina alîkariyê ji bo zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, her wiha pêşxistina bernameyên perwerde û lêkolînê da ku ew perwerde û bername bigihêjin master û lîsansa bilind. Her wiha da ku em bikarin çavkaniyên zanistî wergerînin zimanê kurdî û komeke ji bo wergerandinê amade bikin. Bi vekirina vê navendê em rê li pêşiya wan akademîsyenan vedikin da ku em bikarin projeyên hevbeş ava bikin.”

Saadî eşkere kir ku deriyê alîkariyê ne tenê di çarçoveya zanistên civakî de vekirî ye; berovajî wê derî li pêşiya hemû fakulteyan vekirî ye û wiha got: “Yek ji wan bernameyên di nava komxebata me de dayîna derfetê ji bo xwendekarên Rojava da ku serdana welatên cîhanê bikin û di serdana navendên lêkolînan de, tecrube û zanistên nû hîn bibin.”

Serdar Saadî wiha got: “Gelek kes li cîhanê dixwazin alîkariyê bidin, ji ber ku Rojava, zanîngehên Rojava û xebatên perwerdeyê gelekî bala wan kişandiye. Dixwazin rêyekê ji bo piştgiriyê peyda bikin.”

Serdar Saadî wiha dirêjî da axaftina xwe: "Rojava xwedî nasnameyeke şoreşgerî û siyasî ye, dema ku li Sûriyê her kes behsa şer û pevçûnan dikin li hemberî wê li Rojava jiyaneke nû û saziyên wê têne damezirandin. Li Rojava sîstemeke nû ya alternatîf ji bo Sûriyê û Rojhilata Navîn bi giştî tê danîn. Piştî berxwedana Kobanê, ji sala 2014 û 2015`an ve Rojava derbasî nava nexşeya siyasî ya cîhanê bû.”

ANHA