Hakan Seveneling: Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ dê aştî û aramiyê bîne

Parlamenterê Partiya Çepgir a Swîsreyê Hakan Seveneling jî destek da kampanyaya derxistina PKK'ê ji 'lîsteya terorê' ku Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê dê 26’ê Mijdarê bide destpêkirin.

Hakan Seveneling: Derxistina PKK’ê ji ‘lîsteya terorê’ dê aştî û aramiyê bîne
20 mijdar, 2021   08:27
NAVENDA NÛÇEYAN

Hakan Seveneling destek da kampanyaya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ya derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” ku dê 26'ê Mijdarê dest pê bike û diyar kir ku derxistina PKK'ê ji lîsteyê dê aştî û aramiyê bi xwe re bîne. 

Peyama endamê Partiya Çepgir û a Swîsreyê Hakan Seveneling  wiha ye:

"Li Swîsre, cîhanê û li her dera Ewropayê gelê Kurd ji ber vê lîsteya terorê tê terorîzekirin. Lewma divê PKK'ê ji 'lîsteya terorê'  bê derxistin. Piştî derxistina PKK'ê, ne Tirkiye û ne jî dewleteke din nikaribe di vî warî de ji xwe re rewabûnê peyda bike. Bi ya min derxistina PKK'ê ji lîsteya terorê dê siberojê zêdetir xizmetê ji aştiyê re bike û dê jiyaneke aştiyane bê mayîndekirin. Ji ber ku Partiya Çepgir di nava kampanyayeke wiha de cih digire, ez gelekî kêfxweş im. Divê PKK demildest ji lîsteya terorê were derxistin û vê lîsteyê biavêjin sergoya dîrokê.”