​​​​​​​Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-4

“Heke çeteyên Leşkerên Roj dev ji piştgiriya dagirkeriya Tirk bernedin, dê dîrok wan rûreş bike û lenetê li wan bîne û dê bibin dijminên sereke yên Kurdan.”

​​​​​​​Bangawaziya malbatên çeteyên Roj: Nebin amûrên qirkirina Kurdan-4
20 mijdar, 2021   02:55
NAVENDA NÛÇEYAN-MEDYA HENAN

`Li şûna şerê gerîla, hûn çima Efrîn û Serêkaniyê naparêzin`

Napoleon Bonaparte qebûl nekir destê xwe bide efserê ji Ewisturyayê ku di dagirkirina welatê xwe de alîkarî dabû Napoleon û got, “Pereyên xwe bibe, lê ez silavê nadim kesê ku xiyanet li welatê xwe kirî, heta ji bo min be jî.”

Ebdulqehar Xelef, birayê çeteyekî roj e. Ewî jî bi gotina Napoleon bang li birayê xwe kir û got: “Eger tu ji vê rêyê venegerî, dê dîrok heta hetayê lenetê li te bîne.”

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`ê Nîsana borî ve êrişan li dijî Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Ev êriş hemwextî bêdengiya navneteweyî û herêmî pêk tên. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) jî di van êrişan de tevkariyê dike û çeteyên Roj li dijî gerîla dide şerkirin.

Di çarçoveya rêzehevpeyvînên ku ajansa me bi malbatên çeteyên Roj re çêkirine de, Ebdulqehar Xelef jî ku ji bajarê Qamişlo ye bang li birayê xwe kir da ku li ser hesabê dewleta Tirk li hember gerîlla şer neke.

Ehmed, berê li Qamişlo bazirganê sebzeyan bû ye û halê wî xweş bû. Piştre çûye Başûrê Kurdistanê û li kampa Domîz bi cih bû ye. Tevlêbûna wî ya nava çeteyên Roj li ser esasê parastina kampa Domîz a girêdayî parêzgeha Dihokê bû.

Berpirsê Giştî yê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer di hevpeyvînekê de got, haya wezareta wî ji van hêzan nîne, têkiliyan wan jî pê re tune ye. Her wiha wan tu hêz perwerde nekirine û tu planên wan ji bo vê yekê nîn in. Yawer got ku haya wan ji hebûna baregehên van hêzan li herêmê nîn e û wekî Wezareta Pêşmergeyan wan penaberên ji şerê Sûriyê reviyane pêşwazî kirine û li kampan kom kirine.

AMÛRÊN ŞERÊ NAVXWEYÎ

Ebdulqehar di vê derbarê de got: “Eger tiştê îdia dike rast be, çi karê serokwezîrê Tirk yê berê Ehmed Dawûdoglu li kampên penaberên Kurd heye. Hate eşkerekirin ku ev hêz bi destê MÎT`ê û dewleta Tirk hatî avakirin, da ku bi wan şerê Kurd û Kurd bidin kirin.”

Ebdulqehar Xelef wiha axaftina xwe berdewam kir: “Birayê min dibe, kurê birayê min dibe, kî dibe bila bibe, yên tev li çeteyên Roj bûne çima ji xwe vê pirsê nakin, gelo çima dewleta Tirk piştgiriyê dide me? Dewleta Tirk amade ye milyar dolaran ji bo qirkirina  Kurdan bide. Lê belê ev qirkirin wê çênebe. Tevgera Rizgariyê ya Kurdistanê sîwana gelê Kurd e ku azadiya xwe bi dest bixin.”

'EM ÇETEYÊN KU ZAROKÊN ME DIKUJIN, ŞERMEZAR DIKIN'

Xelef, di dewama axaftina xwe de ev pirs kir, “Yên tev li çeteyên Roj bûne û îdia dikin ku ji bo doza kurdî kar dikin, çima berê xwe nadin Efrîn û Serêkaniyê yên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne.” Xelef, derbarê mijarê de wiha axivî: “Li wan herêman bi awayekî domdar qirkirin pêk tê. Dewleta Tirk a dagirker her tim li ser qirkirina Kurdan kar dike. Çima hûn bi dewleta Tirk re kar dikin? Herêma Rojava rastî xeteriyê tê. Divê em wê biparêzin. Ev xak xaka rûmet û şerefê ye.”

Xelef, destnîşan kir ku her kesê tev li “Leşkerên Roj” bûye divê ji xwe bipirse çima tev lê bûye û çi feydê li welatê xwe û gelê xwe dikin.

Xelef, bi domdarî got: “Dijminê me yê yekemîn û xwînxwarê gelê Kurd, dewleta Tirk a dagirker e. Em li dijî planên dagirkeriya Tirkiyê ne û li dijî wan çeteyên Leşkerên Roj in ku piştgiriyê didin Tirkiyê. Em bang li wan dikin ku ji vê rêyê vegerin. Eger venegerin dê dîrok û gelê Kurd heta hetayê lenetê li wan bîne. Çeteyên Pêşmergeyên Roj eger sûcên xwe û piştgirîdayîna dewleta Tirk a dagirker dewam bikin, dê bibin dijminê gelê Kurd ê sereke.”

‘JI BO WELATÊ XWE TIŞTEK NEKIRIN’

Ebdulqehar Xelef, di dawiyê de da zanîn ku çeteyên Roj ji destpêka damezirandina wan ve heta niha tiştek ji bo xizmeta doza Kurdî nekirine. Berovajî wê ji dema ku hatine avakirin ve rêyê vedikin, mayînên li nava erdên Başûrê Kurdistanê radikin û her tiştê xizmeta çetetiyê dike dikin û hevkariyê bi kujerên Kurdan re dikin.

(cx)

ANHA