Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl

Li bajarê Minbicê yekemîn car pêşbira hespên erebî yên esîl hate lidarxistin.

Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
Li Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl
19 mijdar, 2021   17:15
MINBIC

Bi armanca pêşxistina werzîşa pêşbaziya hespan a kevnar, yekemîn car li bajarê Minbicê pêşbirka hespên erebî yên esîl hate lidarxistin. Pêşbirk bi diruşma "Hespên me resenbûna mîrase û dîroka me ye". Pêşbirk ji aliyê Komeleya Hespên Erebî yên Esîl a bajarê Minbicê ve û bi însiyatîfa fermandarê leşkerî yê Ceyş El-Siwar Ebû Elî Berd El-Neîmî hate lidarxistin.

Dema pêşbirk dest pê kir, şêniyên bajarê Minbicê, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, şêx û rûspiyên ji  Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazorê amade bûn.

Destpêkê, ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Gelek siwarên hespan ên ji Minbic, Reqa, Tebqa û Dêrazor bi 35 cûreyên hespên erebî yên esîl beşdarî pêşbirkê bûn. Pêşbirk ji 5 qonaxan pêk dihat.

Di dawiyê de 3 astên pêşîn ên serkeftî hatin xelatkirin. Asta yekemîn bi 300 hezar lîreyên sûrî, ya duyemîn bi 200 hezar lîreyên sûrî û ya sêyemîn bi 100 hezar lîreyên sûrî hatin xelatkirin.

ANHA