SOHR: Li Bûkemalê teqînên dijwar çêbûn

Li herêma Ketif a li dora bajarê Bûkemal ku baregeh û depoyên çekan ên hêzên Îranê hene rêzeteqînên dijwar çêbûn, hemwextî vê yekê balafirên nenas li asîmanê herêmê geriyan.

SOHR: Li Bûkemalê teqînên dijwar çêbûn
19 mijdar, 2021   16:26
NAVENDA NÛÇEYAN

SOHR`ê ragihand ku li herêma Ketif a li dora bajarê Bûkemal ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê teqînên dijwar rû dan. Li vê herêmê baregeh û depoyên komên alîgirên Îranê hene. Hemwextî vê yekê balafirên nenas li asîmanê herêmê geriyan.

15`ê vê mehê balafireke bê mirov a nenas 8 êriş li dijî baregeh û depoyên çekan ên hêzên Îranê yên li bajarê Bûkemal pêk anîn.

Beriya van êrişan bi çend rojan, komên Îranê yên li Bûkemalê ji tirsa ku werin hedefgirtin, alên xwe li ser hin  navend û baregehên leşkerî rakirin û alên hikumeta Şamê hildan.

Li gorî SOHR, ji 4 Îlona derbasî û heta nîvê vê mehê ve 9 operasyon li dijî nuqteyên komên Îranê hatin pêkanîn

Di encama van operasyonan de 14 endamên komên alîgirên Îranê hatin kuştin, her wiha zêdetirî 27 kesên nasnameyên cuda birîndar bûn û herî kêm 11 nuqte hatin ruxandin.

Komên Îranê rojan nuqteyên xwe xurt û teqwiyê digihîne wan.

(eh)

ANHA