Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya 3`yemîn a Herêma Cizîrê bi gelek biryaran bi dawî bû.

Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
Konferansa Meclisa Jinan a Edaleta Civakî bi dawî bû
19 mijdar, 2021   17:52
QAMIŞLO

Vê sibehê Konferansa Meclisa Edaleta Civakî ya Jinan a herêma Cizîrê ya 3`eymîn li hola Zanîngeha Rojava ya Qamişlo bi dirûşmeya "Bi têkoşîna jina azad dê edaleta civakî pêk were" dest pê kir.

Piştî dîwana konferansê hate hilbijartin, rapora 3 salan hate hate xwendin, her wiha rewşa rêxistinî ya Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Herêma Cizîrê hate nirxandin.

Di raporê de dozên ku salên 2019-2020-2021'an hatin ber destên dozgeriya giştî, dîwanên edaletê û Malê Jin  hatin eşkerkirin.

Li gorî raporê, di sala 2019'an de dozên ku hatine ber destê Dozgeriya Giştî wiha ne: Pirjiniyê 135 doz bû, zewicandina biçûkan 51, lêdan 292, bûyerên qetilkirinê 25, xwekuştin6, fihûşet29, îxaneta li zewacê4, destdirêjiya zayendî 3 û  destdirêjî11.

Di 2020`an de 176 dozên Pirjiniyê, 217 bûyerên zewicandina biçûkan, 226 lêdan, 12 bûyên qetilkirinê, 11 xwekuştin, 7 fihûşet, 7 xiyaneta li zewacê, 5 destdirêjiya zayendî  û 24  hatin ber destê Meclisa Edaletê.

Di 2021`ê de 193 dozên Pirjiniyê, 73 zewicandina biçûkan, 175 lêdan, 48 qetilkirin, 12 xwekuştin, 18 fihûşet, 10 xiyaneta li zewacê, 29 destdirêjiya zayendî  û 23 destdirêjî  hatin pêşkêşkirin. Hejmara dozên berdanê yên li dîwanên edaletê gihaşt 943`an.

Li gorî raporê, dozên taybet bi jinan  yên hatine ber destê Komîteya Lihevanînê ya Herêma Cizîrê di pêvajoya salên derbasbûyî de, hezar û 583 in, meclisê hezar û 184 ji wan çareser kir, 145 dozên tên lêkolînkirin, 94 ji dîwana edaletê re hatine şandin û 160 jî ji saziyên din re hatine şandin.

Derbarê dozên taybet bi jinan û yên hatine Mala Jinê ya Herêma Cizîrê, 9 hezar û 464 in, ji wan 6 hezar û 378 hatine çareserkirin, 2 hezar û 588 ji dîwana edaletê re hatine pêşkêşkirin û 503 jî ji saziyên din re hatine pêşkêşkirin.

Hejmara jinên di pêvajoya 3 salan de tundî li wan bûye û Malên Jinan bi hevkariya Desteya Jin a Herêma Cizîr ew parastine, pirsgirêkên wan çareser kirine gihaşt 114`an.

Her wiha di raporê de hate gotin, Malên Jinan û Komîteyên Lihevanînê serdana 8 hezar û 496 mal kirin da qanûnên jinan şîrove bikin û wan hişyar bikin, her wiha hezar û 42 semînerên têkildarî dozên jinan ji wan zewicandina biçûkan hatin dayîn. Li ser vê yekê 5 hezar û 229 jinan sûd jê girtin û hejmara civînên rêxistinî yê ji endamên Malên Jin û Meclisa Edaleta Civakî re gihaşt 458`an.

Piştre beşdaran li ser raporan nêrînên xwe anîn ziman û îşaret pê kir ku divê qanûnên xurtir ji bo bidawîkirina tundiya li dijî jinan, piştgiriya jinan û bidestxistina mafên xwe werin diyarkirin. Her wiha çareserî ji êşên jinan re were dîtin, ev jî bi rêya perwerdekirina civakê pêk tê. Li aliyekî din jî divê çareserî ji pirsgirêka pirjiniyê re were dîtin û hîn zêdetir kar û xebat ji dozên qetilkirin û destdirêjî were kirin.

Têkildarî qetilkirina jinan, beşdaran banga erkdarkirina bijîşkekî tiba edlî kir, da dozên qetilkirin lêkolîn bike. Her wiha rê li pêşiya belavkirina bazirganên madeyên hişbir û kesên di nav ciwanan de belav dikin, were girtin.

Paşê nîqaşa werşeya kar ên derbarê tundiya li ser jinan bisekinin  de ku ji aliyê Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Cizîrê ve hatibû rêxistinkirin hate kirin, pêşniyar û encamên wan ketin dengdayînê de û ji aliyê piraniya delegeyan ve hatin erêkirin.

Di dawiyê de Endama Meclisa Jinan a Edaleta Civakî Aynûr Paşa encamnameya konferansê xwend.

Encamname wiha ye:

"Meclisa Jinan a Edaleta Civakî ya Cizîrê bi dirûşmeya 'Bi têkoşîna jinan dê edaleta civakî pêk were 3`yemîn Konferansa xwe di 19-11-2021`ê li hola Zanîngeha Rojava li dar xist.

Endam û nûnerên hemû saziyên jinan, bi dehan endamên dîwanên edaletê, komîteyên lihevanînê, malên jinan, hevserokatiyên meclisên edaletê yên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dezgehên ragihandina herêmî beşdarî . Bernameya konferansê bi deqeya rêzgirtin ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Paşê rapora ku komîteya amadekar a konferansê amade kiribû, hate xwendin.

Piştre têkildarî karên jinan ku saziyên edaletê yên Cizîrê pê rabûbûn, sinivîzyonek hate pêşandan. Dûvre rapor û xebata jinên hemû saziyên edaletê hate nirxandin. Biyar hatin pêşkêşkirin û ketin dengdayînê, di encamê de di demên pêş de biryar dê bikevin pratîkê de ku ew jî ev in:

-Li kampa Waşûkanî têkildarî pirjiniyê, zewca bi dizî, naskirina madeyên hişbir û bandorên wê li  ciwanan û civakê bi giştî hemleyên perwerdekirinê werin destpêkirin.

-Malpereke dijîdal taybet bi Meclisa Jinan a Edaleta Civakî li ser torên medya civakî were vekirin da balê bikişîne ser xebata saziyên edaletê û sûcên li dijî jinan. 

-Platformek jinan were avakirin û hemû jinên sazî û rêxistinên jinan bigire nav xwe da li dijî tundiya li ser jinan bisekinin û rêbazên têkoşîna li dijî vê diyardeyê were dîtin.

-Bi hevkariya Desteya Jinan û Koordînasyona Jinan a Cizîrê navendên demkî yên parastinê û bicihkirina jinên tundî li wan dibe li Cizîrê, werin zêdekirin.

-Garantiyeke tenduristî ji endamên saziyên edaletê dîwanên edaletê, malên jinan û komîteyên lihevanînê were dabînkirin.

-Projeyên aborî werin vekirin da jinên di Malên Jinan û Komîteyên Lihevanînê de dixebitin, debara xwe bike.

-Li saziyên edaletê têkildarî guhartina hişmendiya mêrdestî dewreyên perwerdekirinê yên taybet bi mêran werin berdewamkirin.

-Berdewamkirina rêxistinkirina komxebatên qanûnên jinan û awayên tundiyê, her wiha peymanên navneteweyî yên taybet bi jinan.

-Komîteyek were avakirin da projeya qanûna medenî bi destên jinan nivîsandin.

-Dewreyên vekirî ji dayik û karkerên saziyên edalet were vekirin, ji ber zehmetiya perwerdeyên girtî dikişînin.

-Bi hevakriya Koordînasyona Jinan a Cizîrê navendên fêrkirina xwendin û nivîsandinê werin vekirin.

(eh)

ANHA