​​​​​​​Çalakgerên Sêmalka îsrara PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kir

Nobetdarên çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê, îsrara PDK`ê ya bersivnedayîna daxwazên xwepêşandêran û radestnekirina cenazeyên şehîdan ji malbatên wan re, şermezar kir.

​​​​​​​Çalakgerên Sêmalka îsrara PDK`ê ya radestnekirina cenazeyên şehîdan şermezar kir
19 mijdar, 2021   13:57
QAMIŞLO

Ji berî 46 rojan ve çalakiya konvedanê ya li Sêmalkayê didome, lê belê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) bersiva daxwazên xwepêşandêran nade.

PDK`ê hê jî cenazeyên şehîdan Tolhildan Raman û Serdem Cûdî yên di kemînekê de li Xelîfanê şehîd bûbûn, radestî malbatên wan nake.

Li gorî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG), hêzên PDK`ê 28-29`ê Tebaxê kemînek li herêma Xelîfanê ya Başûrê Kurdistanê li pêşiya komeke gerîla ya ji 7 şervanan danî. Di encamê de 5 gerîla şehîd bûn, gerîlayek bi birîndarî dîl hat girtin û gerîlayek bi saxî vegerî nuqteya xwe.

Şêniyên kantona Hesekê yên ku dewr girtine, nêrînên xwe ji ajansa me re parve kirin.

Endama rêveberiya Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) şaxê kantona Hesekê Delal Biro got: “Em bang li Mesûd Barzanî dikin ku cenazeyan radestî malbatên wan bike. Divê daxwazên dayîkên şehîdan yên ku bê westan çalakî li dar dixin, bibersivîne. Ev çalakî dê heta wergirtina cenazeyan berdewam bike.”

Delal got: “Çima dewlet û rêxistinên hiqûqî li hemberî helwesta PDK`ê bêdeng in? Ruxmî ku 46  roj derbas bûne jî, sedem çi ye ku PDK`ê cenazeyan radestî malbatan nake?”

Di dawiyê de Delal Biro got: “Dê pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta wergirtina cenazayan û bersivdayîna daxwazên dayikên şehîdan û Dayikên Aştiyê xwepêşandana xwe dewam bikin.”

Telal El-Cewher ku endamê Meclisa El-Sefiyê ya girêdayî kantona Hesekê ye got: “Pêkhateyên hrêmê tev li çalakiyê dibin. Lê PDK`ê bersiva name û daxwazên çalakgeran nade.”

Telal El-Cewher wiha pê de çû: “Gelo armanca PDK`ê çi ye heta ku cenazeyan radestî malbatên wan nake. Gelo dewleta Tirk destûrê neda wê? Divê civata navneteweyî fişarê li PDK`ê bike da ku cenazeyên şehîdan radestî malbatên wan bike.”

Tê payîn ku sibe, Yekitiya Mamosteyan a herêma Cizîrê serdana konê çalakiyê bike.

(şx)

ANHA