Brîtanyayê tevgera Hemasê bi temamî qedexe kir

Brîtanyayê îro tevgera Hemasê li welatê xwe bi temamî qedexe kir. Tevgera Hemasê jî biryara hikumeta Brîtanyayê bi tundî rexne kir û bang li civata navneteweyî kir ku dev ji “dualîtiyê” berde.

Brîtanyayê tevgera Hemasê bi temamî qedexe kir
19 mijdar, 2021   13:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîra karên hundir a Brîtanyayê Priti Patel piştrast kir ku tevgera Hemasê li Brîtanyayê bi temamî hatiye qedexekirin.

Priti Patel diyar kir ku sedema vê gavê ew e ku tevgera Hemas xwedî çalakiyên terorê ye û dikare bigihêje çekên pêşketî û navendên ji bo perwerdekirina terorîstan. Wezîra Brîtanyayê her wiha diyar kir ku hikumeta welatê wê girêdayî “têkoşîna li dijî terorê” ye.

Tevgera Hemasê biryara hikumeta Brîtanyayê bi tundî rexne kir û bi daxuyaniyeke çapemeniyê wiha got: “Li şûna ku lêborînê bixwaze û şaşiya xwe ya dîrokî li dijî gelê Filistînê rast bike, li kêleka yên destdirêjiyê dikin, disekine.”

Tevgera Hemas bang li civata navneteweyî û di serî de Brîtanyayê kir ku dev ji “dualîtiyê û binpêkirina qanûnên navneteweyî” berde.

Tevgerê her wiha ev biryar wekî “berdewamkirina dijminahiya li dijî gelê Filistînê û mafên wê yên rewa” bi nav kir û bang li hemû hêz û komên gelê Filistînê û alîgirên doza Filistînê yên li Brîtanya û Ewropayê kir ku vê biryarê şermezar bikin.

(cx)