Kesayetê welatparêz Ismet Çaçan koça dawî kir

Kesayetê welatparêz Ismet Çaçan ê bi bi Bavê Mistefa tê naskirîn Îro li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Kesayetê welatparêz Ismet Çaçan koça dawî kir
19 mijdar, 2021   14:15
HESEKÊ

Ismet Çaçan ku di nava xelkê Qamişloyê de bi Bavê Mistefa tê naskirin, ji beriya salekê bi kanserê ketibû. Îro li Qamişloyê jiyana xwe ji dest da.

Bavê Mistefa sala 1941`an li Qamişloyê ji dayîk bûye. Kesayeteke welatparêz e û li herêmê navdar e. Ji kesên destpêkê bû ku sala 1985`an Tevgera Rizgariya Kurdistanê nas dike. Heta roja dawîn a emrê xwe têkoşiya. Du kurên Bavê Mistefa, Mistefa (Ferhad) û Ebdulkerîm (Kurdo) di salên 90`î de li çiyayên Kurdistanê şehîd bûn.

Ismet Çaçan bi rêber Abdullah Ocalan re rûniştiye û bi helwestên xwe yên welatparêz tê naskirin. Her wiha roleke pêşeng di çareserkirina dozên civakî de lîst.

Cenazeyê Bavê Mistefa li taxa Hilêliyê ya Qamişloyê hat veşartin.

(şx)

ANHA