Şerê hêzên hikumetê û çeteyan li herêma 'bêçek' dewam dike

Çeteyên dewleta Tirk bajarokê Corîn ê Hemayê yê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de topbaran kir. Hêzên hikumetê jî herêmên li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê hedef girtin.

Şerê hêzên hikumetê û çeteyan li herêma 'bêçek' dewam dike
19 mijdar, 2021   10:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku çeteyên dewleta Tirk bi moşekan bajarokê Corîn ê li rojavayê Hemayê yê di bin bandora hêzên hikumeta Şamê de, hedef girt. Derbarê kuştî û birîndaran de tu agahî nehatin bidestxistin.

Li aliyekî din, hêzên hikumeta Şamê herêmên El-Bara, Sifohin, Fitêra û Filêfil yên çiyayê Zawiyê li gundewarê başûrê Idlibê hedef girtin.

Duh çeteyên “El-Fetih El-Mûbîn” êrişî hêzên hikumeta Şamê yên li derdora Foca 46 kiribûn, di encamê de 2 endamên hêzên hikumetê hatin kuştin û hejmareke din birîndar bûn. Çeteyan her wiha navendeke çavdêriyê li gundê Urm El-Kubra li gundewarê rojavayê Helebê rûxandin.

(dx)