Artêşa Tirk li Efrîna dagirkirî bav û lawê wî revandin

Artêşa Tirk a dagirker du welatiyên ji gundê Yalanqozê yê navçeya Cindirêsê ya Efrîna dagirkirî, revandin.

Artêşa Tirk li Efrîna dagirkirî bav û lawê wî revandin
19 mijdar, 2021   10:34
 ŞEHBA

Li gorî agahiyên me ji çavkaniyan bi dest xistine, dema du welatiyên Efrînê ji kantona Efrînê ji bo dermankirinê berê xwe didan herêma Ezazê ya dagirkirî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin revandin.

Çavkanî da zanîn ku herdu welatî li benda kontrolê ya “ewlehiya siyasî” ya girêdayî artêşa Tirk a dagirker ya li dergehê kantona Efrînê ya dagirkirî, hatine revandin.

Li gorî çavkanî, navên welatiyên hatine revandin, Ebdulrehman Hesen û lawê wî Rodî Ebdulrehman Hesen e.

Çarenûsa kesên revandî heta niha nayê zanîn.

(cx)

ANHA