Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistanê bombebaran kirin

4 balafirên şer ên Rûsyayê vê sibehê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li çolistana Sûriyê bombebaran kirin.

Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê li çolistanê bombebaran kirin
19 mijdar, 2021   11:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), balafirên şer ên Rûsyayê nuqteyên çeteyên DAIŞ`ê yên li sêgoşeya Hema-Heleb-Reqayê û heta çolistana rojhilatê Humsê û çolistana Dêrazor û Reqayê, bombebaran kirin.

Balafirên şer ên Rûsyayê duh jî li dijî nuqteyên DAIŞ`ê yên li herêma Xanim El-Elî, çolistana Dêrazorê, çiyayên El-Beşerî û herêma Asreya zêdetirî 50 êrişên hewayî pêk anîbûn.

(şx)