Komîteya Şopandinê civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist

Komîteya Şopandinê ya Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar dixe.

Komîteya Şopandinê civîna xwe ya asayî li Hesekê li dar xist
19 mijdar, 2021   09:47
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

16 endamên komîteyê, hevseroka Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Emîne Omer, fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî, seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Îlham Ehmed, hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş di civînê de amade ne.

Tê payîn ku di dawiya civînê de, gelek pêşnûma werin pêşkêşkirin.

Komîteya Şopandinê ya Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê di 30`yê Mijdara 2020`an civîna xwe ya yekemîn li dar xistibû û tê de 3 komîte ava bûbûn; rêveberî, aborî û ewlehî. Erka van komîteyan ew e ku kar û xebatên komîte û desteyên Rêveberiya Xweser bişopînin û mehê careke raporekê têkildarî xebatên xwe pêşkêş bikin. Komîte ji bo şopandin û nirxandina kar û xebatan û pêkanîna bendan dicive.

Komîte ji 16 endaman pêk tê. Tê de nûnerên rêveberiyên xweser û sivîl ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cih digirin. Erka wê şopandina pêkanîna encamên Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê ye.

Tê destnîşankirin ku MSD`ê piştî lidarxistina 13 panelan li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armanca naskirina nêrînên aliyên siyasî û şêniyên herêmê têkildarî Rêveberiya Xweser û pêwîstiyên herêmê, di 25`ê Mijdara 2020`an de Kongreya Nîştimanî ya herêmên Cizîr û Firatê li dar xist. Zêdetirî 300 kesayetên sûrî yên ji herêmên cuda beşdar bûbûn.

(şx)

ANHA