SOHR: Komeke nû ya çeteyên dewleta Tirk gihaşt Lîbyayê

SOHR`ê ragihand ku komeke nû ya çeteyên dewleta Tirk ku ji zêdetirî 150 çeteyan pêk tê, gihaştiye Lîbyayê.

SOHR: Komeke nû ya çeteyên dewleta Tirk gihaşt Lîbyayê
19 mijdar, 2021   09:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker hewldana xapandina raya giştî têkildarî dosyaya “çeteyên sûrî” yên li Lîbyayê, didomîne. Ruxmî bangewaziyên navneteweyî yên ji bo derketina hemû hêzên biyanî, nexasim bi nêzîkbûna hilbijartinên Lîbyayê re, dîsa jî dewleta Tirk çeteyan dişîne Lîbyayê.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komeke din a çeteyên dewleta Tirk ku ji zêdetirî 150 çeteyên Feylaq El-Mecid, Sultan Murad, Ferqet El-Hemze û Artêşa Nîştimanî ku ji Tirkiyê bi rê ketin, gihaştine Lîbyayê.

Ev koma ku îro gihaştiye Lîbyayê, li şûna wê komê ye ku di 16`ê Mijdarê de ji Lîbyayê derketibû.

Di 16’ê Mijdarê de komeke çeteyên dewleta Tirk a ji 140 çeteyan pêk dihat, ji axa Lîbyayê derketibû û dewleta Tirk ew gihandibûn Sûriyê.

(dx)