Rojnameyên erebî: Rûsya bersiva leşkerî li dijî Îsraîlê li Sûriyê red dike

Rojnameyên erebî vê sibê der barê helwesta Rûsyayê ya li hember êrişên Îsraîlê yên li xaka Sûriyê, rewşa Iraqê û rewşa Sûdanê de nivîsandin.

Rojnameyên erebî: Rûsya bersiva leşkerî li dijî Îsraîlê li Sûriyê red dike
19 mijdar, 2021   09:25
NAVENDA NÛÇEYAN

‘MOSKOV QEBÛL NAKE BERSIVEKE LEŞKERÎ BIDE ÊRIŞÊN ÎSRAÎLÊ YÊN LI DIJÎ SÛRIYÊ’

Rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Daxuyaniyên nûnerê serokê Rûsyayê bo Sûriyê Aleksander Lavrentiev yên têkildarî êrişên domdar ên Îsraîlê yên li dijî Sûriyê, destnîşan dikin ku pêşketineke berçav di helwestên Rûsyayê yên li hemberî wan êrişan de çêbûye. Ev helwest agahiyên der barê pêkhatina lihevkirinên di navbera Moskov û Til Evîvê de piştrast dikin. Li gorî wê lihevkirinê Îsraîl dikare bi awayekî firehtir li Sûriyê tev bigere ji bo ku li hemberî 'gefên li dijî xaka wê' bisekine.

Piştî ku hikumeta nû ya Îsraîlê gihaşt desthilatê, têkiliyên di navbera Moskov û Til Evîvê de sar bûn. Ev yek di daxuyaniyên Moskovê de yên li hemberî êrişên Îsraîlê diyar bû ku Moskovê bi tundî şermezar kirin.

Lê piştî ku rayedarên leşkerî yên Îsraîlê, serokwezîrê Îsraîlê Naftali Bennett û wezîrê karên derve yê nû yê Îsraîlê, serdana Moskovê kir, ev sarbûn û nakokî bi lez ji holê rabû û diyar bû ku lihevkirinên nû der barê tevgerên leşkerî yên Îsraîlê de çêbûne. Buroya Bennett wê demê gotibû “Pûtîn berjewendiyên ewlehiyê yên Îsraîlê bi temamî fêm kirin.”

Duh nûnerê Rûsyayê Aleksander Lavrentiev dema tev li civîna Komîteya Koordînator a Hevbeş bû ku tê de dosyayên mirovî, di serî de mijara vegera penaberan, hatin nîqaşkirin, got Moskov êrişên nerewa yên Îsraîlê red dike û ew bi “kiryarên dermirovî” wesifandin û her wiha piştrast kir ku ev yek tu carî nayê qebûlkirin.

Her wiha Lavrentiev piştrast kir ku Rûsya dê bersiva leşkerî nede êrişên Îsraîlê û got: “Wê bersiva leşkerî ne avaker be. Ji ber ku kesek naxwaze şerekî din li Sûriyê çêbe. Divê li ser hemû astan dan û standin bi Îsraîlê re werin kirin da ku rêzê ji serdestî û yekitiya Sûriyê re bigire û wan êrişan rawestîne.”

Lê Lavrentiev diyar nekir bê ka dê Moskov bi Til Evîvê re dan û standinan di vî warî de bike yan jî bi axaftina xwe sûrî kirin muxatab da ku têkiliyan bi Îsraîlê re çêkin.

Her wiha Laverntiev destnîşan kir ku divê Sûriye veneguhere qadeke tesfiyekirina hesaban di navbera hevrikên herêmî de û diyar kir ku dê hewl bidin tevgerên Îsraîlê bi temamî rawestînin.”

‘TESFIYEKIRINA MILÎSÊN ÇEKDAR LI HEMBERÎ BEŞDARBÛNA LI HIKUMETÊ’

Der barê rewşa Iraqê de rojnameya El-Ereb wiha nivisî: “Serokê Şepêla Sedr Muqteda El-Sedr duh bang li hêzên di hilbijartinan de bi ser neketine kir ku komên çekdar û Heşdî Şabî tesfiye bikin û hemû têkiliyên derve (yên bi Îranê re) qut bikin.

Sedr di civîneke çapemeniyê de ku li Necefê li dar ketiye, hêzên binkeftî muxatab girtin û got: “Nabe binkeftina we bibe destpêka rewşeke xirab û dawiya xebatên demokratîk li Iraqê. Divê hûn li xwe vegerin da ku gel di pêşerojê de dîsa bi we bawer bike.”

Ji bo ku hêzên binkeftî bikarin tev li hikumeta nû bibin, Sedr tesfiyekirina komên çekdar bi yekcarî û radestkirina çekên Heşdî Şabî bi rêya fermandarên hêzên çekdar, wek şert danî.

Ji şertên din jî tesfiyekirina Heşdî Şabî û dûrxistina wê ji siyasetê ye. Her wiha hesabê ji kesên gumanên gendeliyê li ser wan hene, were xwestin û wan radestî pergala dadgehê bikin.

Li gorî analîzvanan, bi armanca başkirina rewşa hevalbendên xwe yên Îranê dê mudaxele bike da ku encaman biguherîne. Lê li gel ku civata navneteweyî piştgiriyê dide desthilatên ku çavdêriya hilbijartinan dikin, ne diyar e Îran di vê yekê de bi ser bikeve yan na.”

‘ARAMIYEKE BALDAR LI XERTÛMÊ Û BANGEWAZIYÊN JI BO ÎSYANÊ’

Girêdayî rewşa li Sûdanê rojnameya El-Beyan wiha nivisî: “Duh li kolanên Xertûmê aramiyeke baldar çêbû. Li aliyekî din gelek partiyan tevî Kombûna Pîşesazan banga îsyana sivîl kir.

Yekitiya Ewropayê (YE) binpêkirinên di xwepêşandanên aştiyane de çêbûne, şermezar kirin ku di encamê de gelek kes hatin kuştin û birîndar bûn.

Koordînatorê payebilind ê siyaseta derve û ewlehiyê yê YE`yê Josep Borrell got: “Heke pergala destûrî tavilê venegere, dê encam pir xirab bin û YE dê desteka xwe bikişîne.”

Her wiha got: “Divê serokwezîr Abdullah Hemdok vegere ser erka xwe û derfet jê re bê çêkirin ku hikumeteke sivîl ava bike. Divê girtiyên din serbest werin berdan. Ji ber ku ev rêya yekane ya bidawîkirina aloziyê ye.”

Komsera Mafên Mirovan a NY’yê Michelle Bachelet bikaranîna çekan ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Sûdanê ve li dijî xwepêşendan şermezar kir û got: “Ev şerm e ku tevî bangewaziyên me hêzên ewlehiyê çek li dijî xwepêşendêran bi kar bînin.”

(şx)