Berxwedana gerîla artêşa Tirk neçar kir ji Werxelê û Tabûra Ereban vekişe

HPG'ê ragihand ku artêşa Tirk a dagirker xwe ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişandiye.

Berxwedana gerîla artêşa Tirk neçar kir ji Werxelê û Tabûra Ereban vekişe
19 mijdar, 2021   12:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Operasyona dagirkeriyê ya ku dewleta Tirk a dagirker li qadên Werxelê û Tabûra Ereban ên herêma Avaşînê dane destpêkirin, ji aliyê hêzên me ve bi berxwedaneke dîrokî hate pêşwazîkirin. Dagirkerên ku nekarîn li ber vê berxwedanê bisekinin û fêhm kirin ku wê derbên hîn girantir bixwin, ji qadên Werxelê û Tabûra Ereban vekişiyan.

16'ê Mijdarê saet di 09:30'î de li nehiya Çemankê ya Duhokê, gundê Nişarê û li Kanîmasî jî gundê Şiyê bi balafirên şer hatin bombekirin.

16'ê Mijdarê saet di navbera 19:00-21:15'an de li herêma Zapê, li ser qadên Cîlo yê Biçûk û Girê Şehîd Serxwebûn helîkopter geriyan.

17'ê Mijdarê saet di navbera 14:40-15:20'î de li herêma Zapê qada Sacayê bi balafirên şer hate bombekirin."