​​​​​​​Beşîra Cemaledîn: Divê civata navneteweyî êrişên bi çekên kîmyewî rawestîne

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn diyar kir ku dewleta Tirk a li dijî Kurdan çekên kîmyewî bi kar tîne hemû pîvanên mirovî û qanûnî bin pê dike û got, divê civata navneteweyî komîteyekê bişîne Başûrê Kurdistanê ku derbarê bikaranîna van çêkan de lêkolîn bike.

​​​​​​​Beşîra Cemaledîn: Divê civata navneteweyî êrişên bi çekên kîmyewî rawestîne
19 mijdar, 2021   03:07
HESEKÊ-HENAR ÎBRAHÎM

Dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî ve li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne.

KCK`ê ragihand ku dewleta Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsana derbasbûyî û heta 23`yê Cotmeha derbasbûyî ve 300 carî bi çekên kîmyewî êrişî gerîlayan kiriye.

Rojnameya Morning Star a brîtanî 3`yê Gulana derbasbûyî di raporeke xwe de piştrast kir ku dewleta Tirk li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê çekên kîmyewî bi kar anîne.

Têkildarî binpêkirina mafên mirovan û pîvanên navneteweyî yên ji aliyê dewleta Tirk ve, nexasim ku li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên qedexekirî bi kar tîne û aliyên wê yê hiquqî, hiqûqnas Beşîra Cemaledîn ji ANHA'yê re axivî.

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn got, dewleta Tirk a dagirker bi bikaranîna çekên qedexekirî, hemû sînor û nirxên mirovî derbas kirin, di heman demê de li dijî mirovahiyê sûcên şer pêk tîne.

Beşîra Cemaledîn diyar kir ku bêdengiya navneteweyî isbat dike ku dewletên kapîtalîst êrişên dewleta Tirk ên li dijî kurdistaniyên li Başûr erê kirine û bang li civata navneteweyî kir ku berjewendiyên mirovî di ser berjewendiyên taybet ên bi dewleta Tirk re bigire.

Hiqûqnas destnîşan kir ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) sala 1997`an dest bi xebata xwe kir û 193 dewletan, di nav de dewleta Tirk cihê xwe tê de girtin. Ji girîngtirîn bendên vê rêxistinê; çekên kîmyewî qedexekirî ne,  nabe werin bikaranîn, madeyên wê  yê bingehîn neyên hilgirtin an jî rakirin. Lê ruxmî vê yekê dewleta Tirk qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Beşîra Cemaledîn pişrast kir ku dewleta Tirk di hemû êrişên xwe de çekên kîmyewî bi kar tîne, nîşaneya vê yekê jî kiryarên ku li Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî pêk anîn.

Mînaka bikaranîna çekên kîmyewî jî, zarokê bi navê Mihemed bû ku Cotmeha 2019`an li Serêkaniyê ji aliyê artêşa Tirk ve hate şewitandin. Li ser vê li pêşberî çavên cîhanê li nexweşxaneyên Fransayê hate dermankirin.

Beşîra Cemaledîn îşaret pê kir ku divê civata navneteweyî komîteyeke taybet bi çekên qedexekirî ava bike da ku li sûcên dewleta Tirk a dagirker ên Herêmên Parastinê yên Medyayê eşkere bike.

Hiqûqnas Beşîra Cemaledîn bang li civata navneteweyî, Komseya Ewlekariyê û rêxistinên navneteweyî kir û wiha gotina xwe bi dawî kir: " Erka xwe ya qanûnî û exlaqî li hemberî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bînin û li ser bikaranîna çekên kîmyewî û yên di qada navneteweyî de qedexe kirî ne, hesab ji dewleta Tirk bixwazin."

(eh)

ANHA