Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeyên stratejîk pêk anîn

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê xebatên projeyên xizmetguzarî yên sala 2021`an bi dawî kirin.

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê projeyên stratejîk pêk anîn
18 mijdar, 2021   12:57
REQA – RUBA EL-ELÎ

Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku budce diyar kir û li deste û komîteyên rêveberiyên herêmî belav kirin, amadekariyan dike da ku dest bi pêkanîna projeyên xizmetguzarî yên nû li herêmê bike.

PROJEYÊN STARTEJÎK PÊK HATIN

Têkildarî mijarê cîgira Hevseroka Desteya Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Bozan got: "Desteyê projeya qîrkirina rêya Reqa-Hesekê, pêk anî. Niha qîrkirin di pêngavên xwe yên dawîn de ye. Li Tebqayê rêya El-Firûsiyê -Bendava Tişrînê jî zift kir. Her wiha li gorî standarên Sûriyê, parzûngehek ji bo çêkirina madeya bitumen ya ron ava kir."

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan budçeyek veqetand û li deste û komîteyên rêveberiya herêmî û şaredariyan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav kir. Li gorî berpirsan di belavkirinê de rûbera erdnîgarî û zêdebûna nifûsan li her herêmekê, her wiha herêmên ku  ji ber şer zerar dîtine weke Dêrazor, Tebqa, Reqa û Minbicê, di ber çavan re hatine derbaskirin.

PÊŞKETINEKE BER ÇAV JI ALIYÊ XIZMETGUZARÎ VE Û JI SEDÎ 70`î PROJE PÊK HATINE

Têkildarî rewşa xizmetguzarî li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê Medya Bozan destnîşan kir ku herêmê di demên dawî de hatine rizgarkirin, rewşa xizmetguzarî li wir di warên av, toreyên kanalîzasyonê, aloziya nan, zêdebûna qezayên trafîkê ji ber nebaşbûna rêyan ji zehmetiyên ku li pêşiya desteyê derketine.

Medya Bozan daxuyand ku di demeke kurt de desteyê zehmetî derbas kirin û ji sedî 70`î projeyên ku xistibûn nava planên xwe, pêk anîn.

Li gorî salên borî di 2021`an de projeyên girêdayî firehkirina toreyên avê, nûkirina toreyan û qîrkirina hin rêyên girîng di nava bajar de, hatin kirin.

PLANÊN DESTEYÊ

Medya Bozan planên pêşerojê û projeyên stratejîk ên dê di sala 2022`an de pêk werin, eşkere kir. Her wiha teqez kir ku wê girîngî bidin ziftkirina rêyên di navbera bajar û rêveberiyan de.

Medya Bozan wiha domand: "Her wiha teqîgehên hawîrdorê hatin vekirin. Pireya El-Sehlebiye û Reqa El-Semra hatin sererastkirin. Rêya Qamişlo-Dêrik li herêma Cizîrê hatiye qîrkirin. Rêya Til El-Semin- Hezîma- Reqa û rêya bendava Firatê û Bîra Sinah li Tebqayê hatin qîrkirin."

Têkildarî pêşketina kar di demên pêş de ji wan derxistina qanûna cezakirina avakirinê Medya got: “Şêniyan ji vê biryarê kêfxweş in, em jê armanc dikin ku sînor ji avakirina bêserûber re bê dayîn.”

Di demên dawîn de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyardeya kombûna çopê ne li cihên wê, derketiye holê û ji bo vê yekê jî desteyê reşnivîsa qanûna parastina jîngehê derxist.

(bx)

ANHA