​​​​​​​Şêniyên Şêranê li dijî tecrîdê meşiyan

Bi sedan şêniyên navçeya Şêran a rojhilatê bajarê Kobanê bi dirûşmeya "Dem Dema azadiya rêber Abdullah Ocalan e" xwepêşandanek li dar xist.

​​​​​​​Şêniyên Şêranê li dijî tecrîdê meşiyan
18 mijdar, 2021   12:51
KOBANÊ

Kongreya Star a navçeya Şêranê ya (4 km li rojhilatê bajarê Kobanê) di çarçoveya hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" de ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan xwepêşandanek li dar xist û bi sedan şêniyên navçeyê, sazî û meclisên wê tevlê bûn.

Xwepêşandêran wêneyên rêber Ocalan hildan û bi dirûşmeyan banga azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan kirin. Xwepêşandêr ji avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeyê heta çarxereya şaredariyê meşiyan.

Li wê derê Cîgira Hevserokatiya Meclisa Navçeyê Latîfe Silêman li ser navê Kongreya Star a navçeya Şêran got: "Armanca me ji vê xwepêşandanê azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan e. Em ji navçeya Şêranê silavan dişînin Îmraliyê û dişînin ji gerîlayan re ku bi şev û roj li dijî dagirkeriya dewleta Tirk li ber xwe didin."

Latîfa Silêman derbarê tecrîda ku hikumeta Tirkiyê li ser rêber Ocalan li Îmraliyê dimeşîne, got: "Tecrîda giran a li ser rêber Ocalan tecrîda li ser mirovahiyê ye."

Latîfa Silêman êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Başûrê Kurdistanê şermezar kir û got: "Em wan xayînên ku dibêjin Tirkiye li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîla çekên kîmyewî bikar nayine, şermezar dikin. Ev hemû parçeyek ji komploya navneteweyî ya li dijî gelê Kurd e."

Latîfa Silêman di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk nikare rêberê mirovahiyê Abdullah Ocalan dûrî gelê Kurd bixe û nikare gelê Kurd û gerîla ji hev cuda bike, ji ber ku em yek laş in."

Ev xwenîşandan di çarçoveya hemleya "Dem Dema Azadiyê ye" de pêk tê, ku ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hatibû destpêkirin. Ev hemle li Kobanê ji aliyê Kongreya Star ve tê birêvebirin. Beriya niha li herêmên Qinayê, Sirîn û bajarê Kobanê xwepêşandan hatibûn lidarxistin.

Tê payîn ku ev xwepêşandan hefteya bê jî berdewam bikin.

(dx)

ANHA