Hêzên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi artêşa Tirk re pêk anî

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê îro dewriyeyeke nû ya hevbeş bi artêşa Tirk a dagirker re li herêma Cizîrê pêk anî.     

Hêzên Rûsyayê dewriyeyeke hevbeş bi artêşa Tirk re pêk anî
18 mijdar, 2021   10:54
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş li gundê Şîrk ê bi 13 km dikeve rojavayê navenda navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê dest pê kir û ji 4 wesayitên zirxî yên hêzên Rûsya û dewleta Tirk û 2 helîkopterên Rûsyayê pêk hat.

Dewriyeya hevbeş li gundên rojava, başûr û rojhilat ên navçeya Dirbêsiyê û rojavayê navçeya Amûdê ya kantona Qamişloyê yên Dilîk, Şîrk, Selam Elêk, Qarmana, Til Gidîş, Xenamiye, Kerbatlî, Cideydê, Til Têra, Bab Mehmûd, Rihêk, Xaska, Xangeha, Xerza û Bahîra geriya.

Dewriye di heman rêyê re vegeriya, wesayitên zirxî yên artêşa Tirk a dagirker vegeriyan, her wiha wesayîtên zirxî yên Rûsyayê ber bi baregeha xwe ya li Qamişloyê ve çûn.

(dx)

ANHA