Rojnamevan Fadî Akûm: Dewlet terorê dikin hincet û hewl didin berxwedêran tesfiye bikin

Rojnamevan û nivîskarê Lubnanî Fadî Akûm bi peyamekê tev li kampanyaya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bû û got “Dewletên ku terorê wek hincet bi kar tînin, hewl didin hemû kesên li ber xwe didin, tune bikin."

Rojnamevan Fadî Akûm: Dewlet terorê dikin hincet û hewl didin berxwedêran tesfiye bikin
18 mijdar, 2021   10:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî daxuyaniya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê ya 15'ê Mijdarê, gelek rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar, aktîvîst û hawîrdorparêz ji bo ku PKK ji 'lîsteya terorê' were derxistin, peyaman didin.

Rojnamevan û nivîskarê lubnanî Fadî Akûm li ser hesabê medyaya civakî ya Meclisa Medya Dîjîtal a Kurdistanê bang kir ku PKK ji 'lîsteya terorê' ya Yekitiya Ewropayê (YE) were derxistin û destnîşan kir ku dewlet terorê wek hincet bi kar tînin û hewl didin hemû kesên li ber xwe didin, ji holê rakin.

Peyama rojnamevan Fadî Akûm wiha ye:

"Ji bo hin welatên Ewropayê, bi taybetî jî dewleta Tirk, îlankirina PKK'ê wek rêxistineke terorê, tiştekî anormal nîn e. Dewletên ku terorê wek hincet bi kar tînin, hewl didin hemû kesên li ber xwe didin, tune bikin. Ji ber vê çendê jî Tirkiye li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê vê kartê li ber civaka navdewletî bi kar tîne. Dewleta Tirk di şerê heyî de windahiyên giran dide.

Îlankirina PKK'ê wek terorîst, bandorê li hemû tevgerên rizgariyê yên li cîhanê dike. PKK dev ji fikra xwe bernade û operasyonên leşkerî li dijî wê didomin. PKK berxwedana xwe ya mafdar a li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk berdewam dike. Çawa ku tevgerên azadiyê yên li çar aliyên cîhanê li dijî mêtingeran li ber xwe didin, ev yek jî rewa ye.

Ez bawer nakim ku ev tawanbarî li hember PKK’ê serkeftî bibin. Berevajî wê, em ê hemû bibin şahidên kêmbûna vê tawanbariyê. Ji ber ku PKK li hemû cîhanê xwedî têkiliyên siyasî û berfireh e. Xwedî wê hêzê ye ku nêrînên xwe bîne ziman û rastiyan nîşanî hemû dîplomat û siyasetmedarên li gelemperiya cîhanê bide."

ANHA