Li Reqayê karê çêkirina dîzik û kûzikan ji nû ve geş dibe

Çêkirina dîzik û kûzikan (fexar) li Reqayê ji gelek salan ve winda bûbû, bi taybet di dema dagirkirina çeteyan de. Lê piştî pêşketina pîşesaziyan û rizgarkirina Reqayê, çêkirina wan bi rêbazên nûjen ji nû ve dest pê kir.

Li Reqayê karê çêkirina dîzik û kûzikan ji nû ve geş dibe
18 mijdar, 2021   08:28
REQA-XALID EL-CUMA

Dîroka dîzikan vedigere bi hezaran salan. Ji ber ku ji bo malan amûrên bingehîn bûn. Nexasim ku madeya wê ya xav ji axê peyda dibû û derxistina wê ji bilî xebata fîzîkî tu mesref çênedikir.

Dema ku çeteyan Reqayê dagir kir, piraniya pîşeyan tune bûn. Lê Mehdî El-Disûqî yê ku bi navê Ebû Elî tê naskirin, niha hewl dide pîşeya çêkirina dîzikan (fexar) bi rêbazên nû ku li gorî demê vejîne û kalîteya wan baş bike.

Mehdî El-Disûqî ji gelek salan ve ji Idlibê koçber bûye û li Reqayê bi cih bûye. Niha li Reqayê kargeha dîzikan vekiriye û berhemên wê yên bi kalîte û nûjen di nava sûkên wê de difiroşe.

Pîşesazên di kargeha Ebû Elî de kar dikin, di çêkirina dîzik û kûzikan de gelek rêbazan bi kar tînin. Bi destan bi rêya dolabê, teşe didinê. Piştre didin ber tavê da ku ziha bibin. Dûre dikin firineke taybet ku pileya germahiya wê digihêje 800 dereceyan da ku hişktir bibin.

Ebû Elî got: “Ev kar gelekî xweşik e. Yên ku jê hez nekin nikarin wê bi hostatî bikin. Ji bo vejandina vê pîşeyê me kargeh li Reqayê vekir. Ji ber ku ev pîşe ji bo hemû herêmên Sûriyê mîraseke şaristanî ye.”

Her wiha Ebû Elî diyar kir ku li Reqayê hevîrê taybet ê çêkirina dîzikan tune ye, ji ber wê hevîr ji Idlibê tîne.

Der barê cure û teşeyên dîzik û kûzikan de ku di kargehê de têne çêkirin, Ebû Elî got: “Berê tenê me kûzika ava vexwarinê û hinek amûrên din ên ji bo xwarinê çêdikirin. Lê ev pîşe gelek bi pêş ket û êdî ji bo xemilandinê jî tê bikaranîn, mîna seriyên nargîlê, guldank, hewzên avê, amûrên çandiniyê û gelek cureyên din.”

Têkildarî astengî û zehmetiyên ku li pêşiya vê pîşeyê derdikevin Ebû Elî got: “Heta niha min ruxset ji bo kargehê negirtiye ku bi rêya wê bikarim mazotê bi dest bixim. Rojane ji bo xebitandina kargehê 400 lître mazot xerc dibe.”

Ebû Elî destnîşan kir ku tevî zehmetiyan jî dê vê pîşeyê ji tunebûnê biparêze.

(şx)

ANHA