‘Dagirkerî dê bi yekitiya gelên Sûriyê bi dawî bibe'

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd diyar kir ku dewleta Tirk bi gef û êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, dixwaze aloziya Sûriyê dirêj bike û got "Dagirkerî dê tenê bi yekitiya gelên Sûriyê bi dawî bibe."

‘Dagirkerî dê bi yekitiya gelên Sûriyê bi dawî bibe'
18 mijdar, 2021   09:07
MINBIC - EHMED QERACE

Têkildarî gefên berdewam ên dewleta Tirk ên dagirkirina xaka Sûriyê û herdefgirtina sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Ezab Ebûd ji ANHA`yê re axivî.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd got: "Hin dibêjin, gelo dewleta Tirk çi ji gelê sûrî re kiriye? Bersiv jî ev e; tiştekî erênî ji gel re nekiriye, nexasim ji destpêka aloziya Sûriyê ve. Rola wê nêyinî bû û roleke mezin di parçekirina projeya muxalefetê de lîst."

Ezab Ebûd da zanîn ku destwerdana dewleta Tirk xizmeta ajandeyên wê yên li herêmê dikir û projeya muxalefetê dûrî armanca wê xist û ew kirin komên çete da ku  berjewendiyên dewleta Tirk li kîjan herêmê be, pêk bîne.

Ezab got dewleta Tirk rê ji rêxistinên terorîst re vekir da ku derbasî Sûriyê bibin û piştgiriya rêxistina DAIŞ`ê ya terorîst kir. Ezab Ebûd wiha dewam kir: "Em ê siyaseta dagirkeriya dewleta Tirk ji bîr nekin, ji ber ku gelek zor û zehmetî bi xwe re anîn. Dewleta Tirk li herêmên dagirkirî guhartina demografiyê pêk anî, niştecihên resen bi darê zorê koçber kirin da ku wan dûrî nasnameya wan a sûrî bixe û wan girêdayî Tirkiyê bike."

Siyasetmedara sûrî destnîşan kir ku ji dema Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye rizgarkirin, dewleta Tirk hewldana vegera DAIŞ`ê dike û wiha dewam kir: "Dewleta Tirk bi vê yekê hewl dide tevliheviyê derxe, ji ber vê yekê jî gefxwarin, topbarana ketober, her wiha şerê bi balafirên bêmirov ku sivîlan hedef digire, didomin."

Ezab Ebûd bal kişand ser dagirkeriya nû ya dewleta Tirk û got: "Dewleta Tirk naxwaze projeya demokratîk bi ser bikeve, heta naxwaze çareseriyên nêzîk ji aloziya Sûriyê derkevin pêş, ji lew re aloziyê dirêj dike da ku herêman din jî dagir bike."

Ezab Ebûd piştrast kir ku bi yekitiya gelên Sûriyê, dê dagirkeriya dewleta Tirk bi dawî bibe.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê îşaret pê kir ku serkeftina projeya demokratîk bandorê li sîstema destpotîzim û netewperest dike, ji lew re serkeftina vê projeyê bandorê li hundirê dewleta Tirk dike û wiha dewam kir: "Ji ber ku li hundirê Tirkiyê aloziya aborî, siyasî û navneteweyî heye. Di heman demê de têkiliyên Tirkiyê yê bi dewletên cîran re, bû sedem ku giraniya xwe ya siyasî wenda bike."

Ezab Ebûd piştrast kir ku QSD`ê ya ku şerê mezintirîn rêxistina teroîst kir, nûnertiya hemû pêkhateyan dike.

Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Ezab Ebûd destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca derxistina fitne, nakokiyên neteweyî û olî gelek rêbazan bi kar tîne, lê dîsa jî bi ser neket.

(eh)

ANHA