Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê li Metînayê weşand

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîlayên YJA Starê ya 23'ê Cotmehê li herêma Metînayê hate lidarxistin û 2 leşker hatin cezakirin, weşand.

Gerîla TV dîmenê çalakiyeke YJA Starê li Metînayê weşand
18 mijdar, 2021   08:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyê ev agahî dabû:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Xabûrê de li herêma Metînayê;

23'ê Cotmehê saet di 14:00 de li derdora Girê Koordîneyê, hêzên me yên YJA Starê bi rêbaza sûîqestê li komeke dagirkeran xistin.

Di encama vê çalakiyê de ku ji bo bîranîna fermandara me ya nemir Şehîd Bêrîtan hate lidarxistin, 2 dagirker hatin cezakirin. Dagirkeran piştî çalakiyê bi helîkopteran windahiyên xwe ji herêmê birin."