​​​​​​​Koçberên Efrînê: Berxwedana me li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî didome

Şêniyên navçeya Şêrawa û koçberên Efrînê yên li gundê Eqîbê destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin gundên wan ji sivîlan vala bikin da ku zêdetir xaka Sûriyê dagir bikin.

​​​​​​​Koçberên Efrînê: Berxwedana me li ser esasê şerê gel ê şoreşgerî didome
18 mijdar, 2021   08:19
ŞEHBA - FÎRAS ÎBRAHÎM – ALAN REŞÎD

Artêşa Tirk a dagirker duh gundên Basilê û Kîmar ên dagirkirî yên navçeya Şêrawayê bi çekên giran topbaran kirin. Di encama wê de zirarên madî çêbûn. Zêdetirî 100 top li wan gundan ketin û topbaran gihaşt heta gundên Soxankê, Eqîbê û daristana wê û gundê Bênê yê navçeya Şêrawa.

Têkildarî topbarana li ser gundewarên Şêrawayê, şênî ji ANHA`yê re axivîn û piştrast kir ku ew li ser gundên xwe ne û dê berxwedana xwe bi rihê şerê gel ê şoreşgerî bidomînin.

Welatiyê bi navê Mihemed Mehmo ku ji şêniyên Soxankê ye, wiha got: "Derdora saet 07:00`an dewleta Tirk gundê me bi dehan topan topbaran kir. Ji herêmên dagirkirî, gundê Eqîbê, daristana wê û gundê Bênê topbaran kirin."

Mehmo diyar kir ku dewleta Tirk zêdetirî 100 topan di kêmî nîv saetê de avêtin navçeya Şêrawayê û zerar gihaşt mal û milkên sivîlan. Mehmo got armanca dewleta Tirk ew e ku gundên Şêrawayê dagir bike, sivîlan ji warê wan koçber bike, wan dûrî Efrînê bixe da ku zêdetir ji xaka Sûriyê dagir bike.

Mehmo piştrast kir ku ew ê di gundên xwe de bimînin û wiha domand: "Her çi qas dewleta Tirk û çeteyên wê bi topbarana li ser gundên me, me koçber bikin jî, em heta dilopa xwîna xwe ya dawîn jê dernakevin."

Mehmo di dawiyê de got ew li gorî rêbazên şerê gel ê şoreşgerî li gundên nêzî eniyên şer ên Şêrawayê dimeşin û li ser esasê pîvanên parastina cewherî li ber xwe didin.

Her wiha welatiya bi navê Izdîhar Îbiş a ji gundê Gurzêlê yê dagirkirî yê Şêrawayê wiha axivî: "Ji destpêka ku kantona Efrînê hatiye dagirkirin û em koçberî Şêrawa û kantona Şehbayê bûne, dewleta Tirk û çeteyên wê sûcan li dijî kesên li Efrîna dagirkirî mane û li gundên li ser xetên şer dike."

Izdîhar Îbiş wiha domand: "Dewleta Tirk dixwaze dorpêçê li ser sivîlên Efrînê bi rêya kuştin, îşkencekirin û binxistina îradeya jinên azad, zêde bike. Ji aliyekî din ve tirsê di nava sivîlan de bi rêya topbaranê belav bike, da ku sivîl ji gundên xwe koçber bibin."

Izdîhar Îbiş destnîşan kir ku ew ê di gundên xwe de li ber xwe bidin heta ku Efrînê rizgar bikin.

Welatiyê bi navê Yûnis Eteş jî wiha axivî: "Ji destpêka ku em ji Efrînê koçber bûn, dewleta Tirk gundên navçeya Şêrawa bi awayekî rojane topbaran dike û zerarê dide mal û milkên sivîlan."

Yûnis Eteş diyar kir ku sala par dewleta Tirk komkujî li dijî malbatekê li gundê Eqîbê pêk anî û di encama wê de 3 sivîl ji malbatekê şehîd bûn û hejmarek ji wan jî birîndar bûn.

Eteş got di van deman de şêniyên Şêrawayê rastî rewşên zehmet di berhevkirina berhemên zeytûnan de tên, nikarin berê xwe bidin zeviyên xwe û bi ewle di gundan de bixebitin.

Di dawiyê de Yûnis Eteş bang li civaka navneteweyî kir ku yekser destwerdanê bike da ku binpêkirin û sûcên ku dewleta Tirk li gundên navçeya Şêrawayê pêk tine, rawestîne û her wiha der barê sûcên li dijî sivîlan de, hesab jê bixwaze.

 (bx)

ANHA