'Kurdistan bi çekên dewletên banga mafên mirovan dikin tê bombebarankirin'

Rewşenbîrên bajarê Kobanê bikaranîna dewleta Tirk ji çekên kîmyewî re şermezar kir û got:" Kurdistan bi çekên kîmyewî yên dewletên ku banga mafên mirovan dikin tê bombebarankirin."

'Kurdistan bi çekên dewletên banga mafên mirovan dikin tê bombebarankirin'
18 mijdar, 2021   06:57
KOBANÊ

Li Herêmên Parastinê yê Medyayê, nuqteyên gerîlayên HPG`ê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve gelek caran bi çekên kîmyewî yên di qada navneteweyî qedexe ne, hatin bombebarankirin.

Li gorî daneyên Navenda Çapemeniya Hêzên Parastina Gel (HPG) ji meha Nîsanê û heta Cotmeha îsal 323 caran dewleta Tirk a dagirker bi çekên kîmyewî êrişî nuqteyên gerîlayan kiriye.

Li hemberî vê yekê gelê Kurd nerazîbûna xwe xwe nîşan dan û got, bikaranîna çekên kîmyewî armanc jê tunekirina gelê Kurd e.

Helbestvan û Endamê Rêveberiya Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Izet Hebeş axivî û got: "Armanca ji bikaranîna çekên kîmyewî ya li çiyayê Kurdistanê, ew e ku ne tenê Kurdan li çiyayên Kurdistanê qir bike, lê li her derê Kurdan qir bikin. Rayedaran Tirk ji dema dewleta Tirk hatiye avakirin, Kurdan dijminên xwe yê yekem dibînin."

Izet Hebeş wiha dewam kir: "Tirkiyê xwe ji împaratoriyên mezin ên li herêmê dibîne, her wiha dixwaze serdema bapîrên xwe yê Osmaniyan vegerîne. Her du şerên cîhanê bûn sedem ku cîhan bibe du parçe û gelek welatên ku ji aliyê wan ve hatin dagirkirin, ji bin kontrola wan derkevin. Di heman demê de Kurd kirin çar parçe û ji tirsa ku Kurd ji nû ve hevgirtina xwe ava bikin, dewleta Tirk a dagirker hewldana têkbirina wan dike, lê planên wê bi cih nehatin."

Helbestvan Hebeş bi domdarî got: "Kiryarên ku îro li çiyayên Kurdistanê diqewimin, komkujiya Helebçe ya Başûrê Kurdistanê tîne bîra mirov ku di encamê de bi hezaran Kurdên sivîl bûn qurbanên bombebarankirina kîmyewî ya dîktetor Sedam. Di roja îro de tu ferq û cudahî di navbera Sedam û rayedarên Tirk de tune ye, ji ber ku li hemberî Kurdan heman fikir dimeşînin ku ew jî qirkirin e."

Izet Hebeş diyar kir ku dawiya Erdogan û hevalbedên wî nêzîk bûye û wiha dewam kir: "Gelek nîşaneyên dawîbûna Erdogan derdikevin holê wekî têkçûyêna aboriya Tirkiyê û siyaseta wî."

ꞌDIVÊ EM VÎNA XWE XURT BIKIN

Çîroknivîs û Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Kobanê Henîfî Ismet ev nirxandin kir: "Divê Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê nebêjin ku bombebarana li çiyayên Kurdistanê ya bi çekên kîmyewî dê bandorê li wan neke. Dewleta Tirk a dagirker dizane çi dike, lewra hewl dide koka Kurdan ku li çiyane qir bike. Lê gerîla bi xwedana xwe destûr nade ku dewleta Tirk wan çiyayên pîroz dagir bike."

Ismet destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker hewldana qirkirin û koçberkirina wan a ji xaka wan dike û guhartina demografiyê çêke û mînaka vê yekê herêmên ku dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir kirine û çiyayên Kurdistanê ye.

Henîfî Ismet diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker li dijî van herêman li pêşberî çavên dewletên cîhanê hemû çekên qaşo di qada navneteweyî qedexe ne, bi kar anî ji ber ku xizmeta berjewendiyên wan dikir û wiha dewam kir:" Dewleta Tirk bi çekên navneteweyî sivîl topbaran dikir, ji ber ku armanca wan dewletan ku çekên xwe bifroşin, lewra jiyana sivîlan ji bo wan ne giring e."

Henîfî Ismet bang li gelê Kurd kir ku li hemberî van êrişên yekitiya xwe ava bikin û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rast e çekên me tune ne, lê em xwedî vîn in. Lewma em wekî Kurd divê li dijî çi kesên hewldana dagirkirina xaka me dikin, yekitiya xwe ava bikin, nexasim Kurdên Başûr û Bakur divê bê deng nemînin."

(eh)

ANHA