Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hewldanên avakirina desteyeke hiqûqî ya cîhanî

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku di çarçoveya hemleya “Dem dema azadiyê ye” de desteyê têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê re danîne û hewl didin desteyeke hiqûqî ya cîhanî ava bikin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya rêber Ocalan hewldanên avakirina desteyeke hiqûqî ya cîhanî
18 mijdar, 2021   06:51
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hevseroka Desteya Parastina rêber Abdullah Ocalan û Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê Xedîce Îbrahîm têkildarî tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan ji ajansa me re axivî.

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku ji bo ku fişarê li civata navneteweyî û saziyên hiqûqî bê kirin da ku tecrîd bi dawî bibe, hemleya “Dem dema azadiyê ye” ku derbasî sala xwe ya duyemîn bû gelek girîng e.

Xedîce piştrast kir ku divê saziyên hiqûqî yên navneteweyî hesabê ji dewleta Tirk bixwazin ji ber ku qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan binpê kirin û tecrîdeke giran li ser rêber Abdullah Ocalan pêk anî. Xedîca gotinên xwe wiha domand: “Divê saziyên navneteweyî hesabê ji Tirkiyê bixwazin, ji ber ku mafên lîderekî neteweyî binpê kirin ku banga mafên gelên Rojhilata Navîn dike.”

Xedîce Îbrahîm diyar kir ku komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku sala 1999`an bi tevlêbûna dewletên kapîtalîst pêk hatî, vîna gelên Rojhilata Navîn bi giştî kirin hedef. Xedîce piştrast kir ku ev komplo êdî ne tenê dozeke kurdî ye, lê belê ji bo gelên bindest bûye doz.

Xedîce Îbrahîm destnîşan kir ku berdewamkirina tecrîdê bûye mijareke siyasî û wiha berdewam kir: “Rewşa rêber Abdullah Ocalan ji cîhanê re bi giştî diyar e. Darizandina ku tê re derbas bûye, mayîn wî di girtîgehê de heta îro û cezayên li ser tên ferzkirin, li dijî hemû mafan in. Lewra divê em erka xwe bînin cih, wan sûcên derhiqûqî eşkere bikin û banga rawestandina wan bikin.”

Xedîce wiha domand: “Divê saziyên hiqûqî rêzê ji daxwaz û vîna gelan re bigirin. Divê ji bêdengiya xwe ya biguman derkevin û bi awayekî cidî doza rêber Abdullah Ocalan bigirin dest. Divê berpirsyariyên xwe bînin cih, komploya navneteweyî û tecrîdê bi dawî bikin.”

XURTKIRINA HEMLEYÊ DI SALA WÊ YA DUYEMÎN DE

Hevseroka Desteya Parastina rêber Abdullah Ocalan û Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Cizîrê bal kişand ser encamên hemleya “Dem dema azadiyê ye” û got: “Hemle di sala borî de li ser asta cîhanê deng veda. Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan li ser asta Rojhilata Navîn û Ewropayê gelek kesayetên azadîxwaz û demokrat, sandîqe, parlamento û şaredarî tev li hemleyê bûn.”

KCK û KJK`ê ji bo rêgirtina li pêşiya xetereya li ser Kurdan, afirandina jiyaneke azad û demokratîk li Kurdistanê û hemû dewletên ku kurd lê ne,  di 10`ê Îlona 2020`an de hemleyek bi dirûşma “Êdî bes e tecrîd, faşîzim û dagirkerî dem dema azadiyê” ragihand û 12`ê heman mehê dest bi hemleyê hate kirin.

Di sala duyemîn a hemelyê de, hemle di demeke kurt de piştgiriyeke xurt wergirt. Bi dehan sazî, bi sedan rewşenbîr, lêkolîner, akademisyan, derhêner, hunermend, parlamenter, nivîskar, siyasetmedar û çalakvan tev li hemleyê bûn.

Xedîce got:"Mixabin gelek saziyên mafên mirovan, CPT û rêxistinên navneteweyî yên mirovî hemle paşguh kir. Wan saziyan tecrîd jî bidawî nekirin. Ji ber ku ev tecrîd ne li gorî qanûnên navneteweyî ye."

ROLA PÊŞENG A JINÊN PARÊZER DI HEMLEYÊ DE

Xedîce Îbrahîm bal kişand ser rola pêşeng a jinên parêzer di hemleyê de û ev nirxandin kir: “Jinên li Rojhilata Navîn û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet, bawer dikin ku bi saya fikr û felsefeya rêber Abdullah Ocalan azad bûne. Ew fîlazovê tekane ye ku ji bo doza jinan têkoşiya û parastina wê kir. Ji ber wê divê her jineke hiqûqnas hewl bide siyaset û sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Abdullah Ocalan eşkere bike.”

Xedîce destnîşan kir ku hemleya wê di qonaxa duyemîn de berdewam e heta ku armanca sereke ya hemleyê; azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan pê tê. Xedîce bi bîr xist ku tevlêbûna gelek sandîqeyên karkeran û kesayetên cîhanî, hemleyê xurtir dike.

AVAKIRIN DESTEYA PARASTINA RÊBER ABDULLAH OCALAN

Têkildarî çalakiyên ku Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan li dar xistine, Xedîce Îbrahîm ev agahî parve kirin: “Me têkilî bi gelek parêzerên li başûrê Afrîkayê re danîn di nav de parêzerên têkoşer Nelson Mandela. Hemû jî bi dildarî tev li hemleyê bû. Yek ji wan parêzeran Mahmoud Patel, gelek dosyayên qanûnî ji me re şandin, ji bo ku xebatên me di warê qanûnî de xurtir bibin. Niha em wan werdigerînin erebî ji ber ku bi inglîzî ne.”

Her wiha Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku ji bo ku desteyên navneteweyî û saziyên hiqûqî li ser rewşa rêber Abdullah Ocalan bisekinin xebatên wan berdewam in û got ji bo pêşxistina xebatan gelek plan danîne.

Xedîce Îbrahîm îşaret bi rewşa tenduristiya rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de kir û got: “Di vê dawiyê de têkildarî tenduristiya rêber Abdullah Ocalan gelek guman li cem me çêbûn. Ji ber wê divê rêxistinên hiqûqî û yên mirovî bi lez serdana girtîgeha Îmraliyê bikin û encamên serdana xwe bi raya giştî re parve bikin da ku em rewşa wî nas bikin.”

KCK`ê beriya çend rojan bi daxuyaniyekê metirsiyên xwe têkildarî jiyan û tenduristiya rêber Abdullah Ocalan rave kiribûn û bang li CPT, rêxistinên mafên mirovan û komîteya girtîgehan a parlamentoya Tirkiyê kiribû ku serdana Îmraliyê bikin û encamên serdanê parve bikin.

Derbarê vê de Xedîce Îbrahîm got: “Ji bo azadiya fizîkî ya rêber Abdullah Ocalan hewldanên me hene ku li ser asta cîhanê desteyeke hiqûqî were avakirin. Di vî warî de me têkilî bi gelek parêzerên li cîhanê, kesên azadîxwaz û demokrat bi taybet kesayetên Ereb re danîn.“

Hevseroka Desteya Parastina Rêber Abdullah Ocalan Xedîce Îbrahîm piştrast kir ku divê saziyên hiqûqî bi lez serdana Îmraliyê bikin da ku tecrîd bi dawî bibe. Xedîce wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Tecrîd di dîroka rêxistinên mirovî û hiqûqî yên navneteweyî de xaleke reş e. Ji ber ku rewşa rêber Abdullah Ocalan, cezayên lê hatine ferzkirin û qedexekirina serdanan paşguh dikin.”

(şx)

ANHA