Rêveberiya Sivîl a Tebqa gotegotên têkildarî radestkirina herêman ji hikumeta Şamê re derewandin

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a herêma Tebqayê civînek ji gel re li dar xist û da zanîn ku gotegotên radestkirina herêman ji hikumeta Şamê re derewand, her wiha pêdeçûnên siyasî û leşkerî nirxandin.

Rêveberiya Sivîl a Tebqa gotegotên têkildarî radestkirina herêman ji hikumeta Şamê re derewandin
17 mijdar, 2021   15:29
TEBQA

Civîn li hola Komîteya Aborî ya li taxa Meqasim a naverasta bajarê Tebqayê û bi beşdariya girseya gel, endamên saziyên sivîl û leşkerî û şêxên eşîran li dar ket.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Meslisa Sivîl a Tebqa Sêvîn Hemo bi xêrhatina beşdaran kir.

Li aliyekî din jî Hevseroka Meclisa Rêveber a Tebqayê Hind El-Elî îşaret bi geşedanên dawî yên li herêmê, nexasim şêwazên şerê taybet ku hin ajende didin meşandin kir,  di serî de hikumeta Şamê. Da ku baweriya di navbera Rêveberiya Xweser û gel de bê tevlihevkirin. Ji ber gotegot hene ku herêmên Rêveberiya Xweser radestî hikumeta Şamê hatine kirin.

/ar/uploads/files/2021/11/17/135913_alidarh-almdnyh-baltbqh-tdhdh-alishaaat-alty-tbthha-badh-alabwaq-28229.webp

Hind El-Elî piştrast kir ku dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê ji ber israra hikumeta Şamê û redkirina lidarxistina diyalogan e, ji ber hikumeta Şamê hewl dide şertên xwe ferz bike, lê Rêveberiya Xweser qebûl nake.

Hind El-Elî ev li gotina xwe zêde kir: "Em bi yekitiya xaka Sûriyê re ne, lê hişmendiya navendîbûnê red dikin, di heman demê de ji erkên me yên pîşî ye ku em dagirkeriya Tirk ji xaka Sûriyê ye derxin."

Hind El-Elî wiha axivî: "Dema hikumeta Şamê ev herêm ji DAIŞ`ê re hişt, QSD`ê ku ji şêniyên herêmê hat avakirin gel ji zilim û terora DAIŞ`ê rizgar kir. Li ser vê yekê em ji wan re dibêjin ku em venagerin an jî teslîm nabin, ji ber ku ev xak bi xwîna şehîdên me hatiye rizgarkirin. Wan şehîdan canê xwe di oxira rizgarkirina xakê de da."

Hevserokê Nivîsgeha Parastinê ya herêma Tebqa Heqî Mihemed axivî û got: "Hêzên me yên leşkerî hene û dê gavekê bi paş ve venegerin. Me ev herêm ji mezintirîn rêxistina terorê ya li cîhanê rizgar kir û em teslîm nabin."

Heqî Hemo wiha axaftina xwe dewam kir: "Gotegotên di demên dawî de ku herêm radestî hikumeta Şamê hatine kirin, bi armanca têkbirina ewlehî û îstiqrara li herêmê ye, lê bi hebûna gelê me yê zane û hêzên me yên leşkerî ku ev herêm rizgar kirin, dê ev gotegot tu encaman bi xwe re neynin."

Serokê Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê li Tebqayê Yasir Kurdî axivî û got: "Em partiyeke siyasî ne û her tim bang li hikumeta Şamê dikin ku tev li maseya diyalogan bibe. Ji ber ku diyaloga sûrî-sûrî dê hemû herêmên Sûriyê ji vê aloziyê rizgar bike û pirsgirêk û kirîzan çareser bike, lê hikumeta Şamê diyalogan red dike."

Li dawiyê deriyê nîqaşê ji beşdaran re hat vekirin.

Rêveberiya Sivîl a Tebqayê gelek civînên mîna wê îro li gundê El-Bû Asî yê rojavayê Tebqa û li bajarokê Cirniyê yê bakurê Tebqayê li dar xistin.

(eh)

ANHA