​​​​​​​'Ne radestkirina cenazeyên şehîdan li dijî qanûnên navneteweyî ye'

Meclisa navçeyên Mergeda û Şedadê di bin konê çalakiya Sêmalkayê de kiryarên PDK`ê û ne radestkirina cenazeyên şehîdan, şermezar kir û got:"Ev helwest li dijî qanûnên navneteweyî û exlaqê ye."

​​​​​​​'Ne radestkirina cenazeyên şehîdan li dijî qanûnên navneteweyî ye'
17 mijdar, 2021   15:29
QAMIŞLO-ÎSAM EBDULLAH

Li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Cizîrê, ev du meh in ku çalakî li deriyê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên şehîd Tolhildan û Serdem, didomin.

Di vê çarçoveyê de, ev du roj in şêniyên navçeyên Mergeda û Şedadê di bin konê çalakiyê yê Sêmalkayê de ne û banga wergirtina cenazeyên herdu şehîdan li PDK`ê kirin.

Lê heta niha Partiya Demokrat Kurdistan (PDK) cenazeyên herdu şehîdan radest nakê û guh nade daxwazên malbatên şehîdan.

Yek ji rûspiyên eşîra Cibûr a li Mergeda Hemed Zanûn ku tev li çalakiyê bûbû, bang li cîhanê û rêxistinên mirovî kir ku zextê li PDK`ê bikin, da cenazeyên şehîdan radest bikin.

Zanûn got:"Ev helwesta PDK`ê li dijî qanûnên naveteweyî û exlaqê ye."

Zanûn diyar kir ku diviyabû PDK`ê li kêleka wan li heman eniyê şer bikira, ne ku cenazeyên şehîdan radest nekira û wiha dewam kir:"Ne radestkirina cenazeyên şehîdan li dijî pirtûk, yesayên asmanî û pîvanên navneteweyî ye. Her wiha neradestkirina cenazeyên şehîdan xizmeta berjwendiyên biratiyê nake."

Endamê Rêveberiya Meclisa Navçeya Şedadê Besam Seîd ku ev du roj in di bin konê çalakiyê de ye, got: "Kombûna me ya li bin kon, li ser banga Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê ye da ku helwesta PDK`ê ya neradestkirina cenazeyên şehîdan şermezar bikin."

Seîd wiha dewam kir: "Çalakî di roja 44`an de ye û heta pêkanîna armanca xwe wê dewam bike. Helwesta PDK`ê pîvanên navneteweyî û nirxên mirovahiyê bin pê dike. Ji lewre em banga radestkirina cenazeyên şehîdên xwe dikin, da wan li goristana şehîdan û bi merasîmekî layiqî wan bispêrin axê."

HPG`ê bi daxuyaniyekê ragihand ku 28-29`ê Tebaxa derbasbûyî çekdarên PDK`ê bi kemînekê 5 gerîla şehîd xist.

Tê payîn ku endamên Yekitiya Cotkarên Herêma Cizîrê tevlî çalakiyê bibin.

(eh)

ANHA