Di şerê Ermenistan û Azerbêcanê de 7 leşkerên Azerbêcanê hatin kuştin  

Di navbera hêzên Ermenistan û Azerbêcanê de li Qerebaxê şer rû da. Di encamê de 7 leşkerên Azerbêcanê hatin kuştin û 10 jî birîndar bûn.

Di şerê Ermenistan û Azerbêcanê de 7 leşkerên Azerbêcanê hatin kuştin  
17 mijdar, 2021   10:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Parastinê ya Azerbêcanê diyar kir ku 7 leşkerên wan di encama şer de hatin kuştin û 10 leşker jî birîndar bûne. Her wiha da zanîn ku ev şerê herî dijwar ê di navbera Êrîvan û Bakû ya sala borî de ye.

Her wiha Ermenistanê diyar kir ku leşkerek hat kuştin, 24 leşker winda ne û 13 jî dîl hatine girtin.

Êrîvanê bi navbeynkariya Rûsyayê rojek piştî şerê di navbera hêzên her du welatan de li nêzî herêma Qerebaxê, agirbest bi Azerbêcanê re ragihandibû.

Li gorî artêşa Rûsyayê, daxuyaniya agirbestê piştî bangewaziya Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu ye. Sergey Şoygu bi rêya telefonê bi hempîşeyên xwe yên Ermenistan û Azerbêcanê re axifîbû û daxwaz ji wan kiribû ku kiryarên ku aloziyê zêde dikin bi dawî bikin.

Di heman çarçoveyê de, Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn bi Serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paçînian re bi rêya telefonê axivî, Serokê Konseya Ewropayê Charles Michel jî bang li rayedarên Ermenistan û Azerbeycanê kir ku agirbesteke giştî pêk bînin.

Di navbera Ermenistan û Azerbeycanê de piştî aloziya ku çend hefte dom kir, pevçûnên nû çêbûn û tirs heye ku şerekî nû rû bide.

(dx)