Îranê lihevkirina bi Tirkiyê re ragihand… gelo li ser çi li hev kirin?

Ruxmî nakokiyên mezin ên di navbera Îran û Tirkiyê de têkildarî gelek dosyayan jî, lê Îranê ragihand ku bi dewleta Tirk a dagirker re li ser nexşerêyekê ji bo berfirehkirina têkiliyên dualî, li hev kiriye.

Îranê lihevkirina bi Tirkiyê re ragihand… gelo li ser çi li hev kirin?
17 mijdar, 2021   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê karên derve yê Îranê Hisên Emîr Ebdullehyan ragihand ku wî bi hempîşeyê xwe yê Tirk Mevlut Çavuşoglu re li ser nexşerêyekê ji bo berfirehkirina têkiliyên di navbera her du welatan de, li hev kiriye.

Di navbera Îran û Tirkiyê de têkildarî gelek dozan nexasim doza Sûriyê, nakokiyên mezin hene û nêrînên wan ji hev cuda ne. Îran piştgiriyê dide hikumeta Şamê, dewleta Tirk jî piştgiriyê dide komên çeteyan ên terorîst ku berê şerê hikumetê dikir.

Balyozê Îranê li cem hikumeta Şamê meha borî destnîşan kiribû ku Tehran di siyaseta li hemberî hikumeta Şamê de, bi Enqereyê re li hev nake û teqezî li ser vekişîna hêzên Tirkiyê ji erdên Sûriyê kiribû û gotibû: “Ez hêvî dikim ku Tirkiye berpirsyariyên xwe yên têkildarî Idlibê û rêya M4, pêk bîne.”

Der barê dosyaya Azerbêcanê de jî, nakokiyên her du welatan hene. Hêjayî bibîrxistinê ye ku dewleta Tirk bi şandina çeteyên Sûrî û beşdarkirina wan di şerê li dijî Ermenistanê de li herêma Qerebaxê, destekê dide Azerbêcanê.

Nakokiyên wan digihêjin Iraq, Yemen û niha jî Lubnanê. Tirkiye hewl dide bi rêya Erebên sunnî û Tirkmenan li wan welatên Ereban rolekê bilîze û bi Îranê re dikeve pêşbirkê. Nexasim piştî daxuyaniyên wezîrê çapemeniyê yê Lubnanê Corc Qirdahî ku bûn sedema aloziya di navbera Lubnanê û welatên Kendavê de.

Ji wê zêdetir, Îran li hemberî destekdayîna Tirkiyê ji bo îraniyên bi eslê xwe ji Azerbêcanê, bi fikar e ku li nava sînorên Îranê gefan li sîstema hikumî bixwin. Her wiha metirsiyên Îranê ji stasyona radarê ya hişyariya pêşwext hene ku ew parçeyekî pergala parastinê ya moşekan a NATO`yê, baregeha Încîrlîk a li nêzî sînorên Sûriyê û lihevkirinên ewlehiyê di navbera Tirkiye û Îsraîlê de.

Lê belê her du alî li ser dijminahiya Kurdan û hêviyên wan ên bidestxistina mafên rewa li Sûriye, Iraq, Îran û Tirkiyê, li hev dikin û her tim bi hev re li ser destpêkirina êrişên qirkirinê li dijî gelê Kurd li hev kiriye.

(cx)