Li başûrê Îranê teqîn

Ajansa Tesnîm a Îranê ragihand ku îro di boriyên petrolê yên li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê Îranê de teqîn çêbûye.

Li başûrê Îranê teqîn
17 mijdar, 2021   10:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Teqîn di boriyên petrolê yên li parêzgeha Xuzistanê ya li başûrê Îranê de çêbû. Li gorî ajansa Tesnîm teqîn ji ber kevnbûna alavan pêk hatiye.

Ajansê ragihand ku boriyên petrolê yên li gundê Ramîs ê navçeya Ramîş a Xuzistanê kevn bûne û şêniyên herêmê diyar kiriye ku teqîn mezin bûye, ji ber teqînê li derdorê erd hejiyaye.

Her wiha der barê ziyanên madî û mirovî de heta niha agahî nehatine bidestxistin.

(bx)