Malbatên şehîdan banga lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî kir

Malbatên şehîdên ên navçeya Tirbespiyê got: "Civata navneteweyî bi bêdengiya xwe ya li hemberî bikaranîna çekên  kîmyewî sûcên dewleta Tirk ên li dijî pêkhateyên Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê erê dike."

Malbatên şehîdan banga lêkolînkirina bikaranîna çekên kîmyewî kir
17 mijdar, 2021   08:58
QAMIŞLO –RÊNAS REMO

Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker  ên bi çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê li dijî gerîlayan didomîne.  KCK`ê di daxuyaniyekê de ragihand ku dewleta Tirk di mehekê de 157 caran gazên jehrî bikar anî û bi vê yekê hemû peymanên Cinêv ên taybet bi qanûnên şer û hemû qanûnên din binpê dike .

Li hember bêdengiya navneteweyî, malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo diyar kir ku bikaranîna gazên jehrî ji aliyê dewleta Tirk ji ve berdewamiya siyaseta qirkirina gelê Kurd e.

Bavê şehîd Lewend û Nûbar Tirbespiyê, Hecî Ebdî Silêman got: "Tevî hemû peymanên ku bikaranîna çekên kîmyewî  bi sûcekî şer wesif dike û ev çek hatiye qedexekirin, lê dewleta Tirk hê jî bikar tîne nexasim li dijî gelê Kurd."

Hecî Ebdî bêdengiya navneteweyî ya li hemberî çekên kîmyewî ku dewleta Tirk bi kar tîne rexne kir û got: "Bêdengiya navneteweyî ya li hemberî bikaranîna çekên kîmyewî tê wateya erêkirina qirkirina gelê Kurd e." Ebdî bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî  kir ku rola xwe pêk bînin û sûcên dewleta Tirk bi dawî bike.

'BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ ERÊKIRINA QIRKIRINA KURDAN E'

Xuşka şehîd Macid,  Etiye Mihemed diyar kir ku dîroka dewleta Tirk û osmaniyan tijî komkujî ye û got, dewleta Tirk dixwaze her kesê ku li dijî wê disekine, qir bike.

Etiye Mihemed wiha pêde çû: "Dewleta Tirk siyaseta osmaniyan li dijî gelê herêmê didomîne. Ew jî bi rêya hewldana qirkirina gelê kurd bi hemû rêbazan tê kirin. Dewleta Tirk hebûna xwe bi rijandina xwîna gelên herêmê ne tenê gelê Kurd, ve girêdide."

Etiye Mihemed da zanîn ku tevî ku dewleta Tirk hemû qanûn û pîvanên navneteweyî bin pê dike, bêdengiya navneteweyî tê wateya erêkirina komkujiyên ku dewleta Tirk li dijî gelê Kurd e.

'DIVÊ NÊZÎKATIYÊ DIJMAHATÎ YA DEWLETA TIK WERE BIDAWÎKIRIN'

Bavê şehîd Xalid, Mehmûd Yûsif Mihemed destnîşan kir ku Konsya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî û  rêxistinên ku banga mirovahiyê dikin di ezmûna mirovî de bi bin ketin û tu tişt ji gelên herêmê re yêb ku aliyê dewleta Tirk ve têne qirkirin pêşkêş nekir.

Mehmûd Yûsif Mihemed di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên qedexekirina çekên kîmyewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku sînor ji dijminahiya dewleta Tirk a li dijî gelên li Iraq û Sûriyê re deynin û lêpirsîenke zelal û adil derbarê bikaranîna çekên kîmyewî de veke.

(bx)

ANHA